ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 24 Kanûn 2023
  • Rojev
*Girtiya nexweş Sudan Guven a tê gumankirin ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û tehliyeya wê 3 caran hatiye astengkirin bi nameya ji malbata xwe re şand derbarê pirsgirêka xwe ya tendirustiyê de wiha got:"Ev 7-8 mehên dawî ne ev pirsgirêka min heye. Ne gotin pençeşêr e ne jî dibêjin ne pençeşêr e. Lê belê êşa min nesekinî, dewam kir. Di 4 aliyên cuda yên sînga min de birîn hebûn. Teşhîsa ewil min danî û bijîşk jî gotina min erê kir."
 
*Meryem Soylu 22 roj in serê sibê piştî karê malê dike, bi peyatî dikeve ser rê û berê xwe dide çalakiya Nobeta Edaletê. Piştî li xwekirina pêşmalka "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" dest bi çalakiya xwe dike. Ji bo Meryemê biryarbûn û encam girtin girîng e û wiha dibêjê: "Heta ku em encamekî bigirin ez ê her roj bêm çalakiyê." BI DÎMEN 
 
*Îsal jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê çareseriya pirgsirêka kurd e, agahî nehat girtin û daxwaza "Tecrîdê rabikin" ji aliyê gelan û di qada navneteweyî de veguherî daxwaza "Demildest azadiya fîzîkî pêk bînin". PANORAMA