Kesên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 19:15 23 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hamburgê kesên di komkujiyên Parîsê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.
 
Ji bo bîranîna Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil, Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez ku li Parîsa a Fransayê hatibûn qetilkirin li Hambûrgê meşek hat lidarxistin.
 
Meş li ber Navenda Çandê ya Rote Floraya li semta Sternschanze ya bajêr dest pê kir. Meclîsa Jinê ya Rojbîn ya Hambûrgê, Komeleya Jiyana Jin Kadın ya Kîelê, Meclîsa Jinê ya Sêvê ya Bremenê û pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Zelal ya Aurîchê jî tevlî meşê bûn.
 
Aktîvîsta jin Anja Flach ku piştî deqîqeya rêzgirtina ji bo şehîdên Parîsê axaftinek kir û diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan lêgerîna edaletê didomînin û got, "Her çiqas weke fîzîkî ne di nava me de bin jî, fikr û ramanên wan her dem rêya me ronî dikin.”
 
Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansu Ozdemîr jî diyar kir ku dema ên ku tên qetilkirin Kurd bin, mekanîzmaya darazê ya dewletên Ewropayê naxebite.
 
Meş li ber Girtîgeha Damtor a Hambûrgê ya ku Sakîne Cansiz lê dîl hatibû girtin bi dawî bû.