Komkujiya Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin

  • 18:58 23 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Kongra Star û gelê kantona Firatê, kesên 2’mîn komkujiya Parîsê de hatibûn qetilkirin bibîranîn û bang kirin ku komkujî bê aşkerakirin û û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.
 
 ‎23′yê Kanûnê (salvegera yekemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê ye) di êrişeke çekdarî ya li Komeleya Ahmet Kaya ya li Parîsê de endama Desteya ‎Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mihemed Şîrîn Aydin) û Ebdurrehman ‎Kizil hatibûn qetilkirin.‎
 
Kongra Star a Dirbêsiyê û bajarokê Hesekê bi daxuyaniyên cuda kesên komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
 
Endama rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Nesrîn Şêxo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Fransayê hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sûcên li ser xaka wê pêk tên aşkera bikin û sûcdaran ceza bikin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên jin, hiqûqî, kesayet û têkoşerên di oxira aştî û demokrasiyê de têdikoşin kir ku helwestên xwe li hember van komkujiyên li dewletên îdiaya demokrastî, aştî û parastina mafên mirovan dikin, nîşan bidin.
 
Li Hesekê jî endama Kongra Star Menadîn Remo li taxa Kelasê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyêd de her du komkujiyên li Parîsê bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyeyê hatine kirin, da ku vîna gelên azad li her cihî têk bibin hatin şermezarkirin, êdî ev komkujî aşkera ne û AKP û MHP′ê bi piştgiriya NATO′yê van komkujiyan pêk tîne.
 
Teqba
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi çalakiyekê li goristana şehîdên kantonê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên jinan şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.
 
Endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefenî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Em di vê rojê de şehîdên projeya xwe ya demokratîk ku li dijî wan hovantirîn komkujiyên serdema nû bi planên îstîxbarata Tirkiyeyê hatine kirin, bi bîr tînin. Komkujiya Yekemîn û Duyemîn a Parîsê asta kîn û nefreta dewleta Tirk li dijî têkoşîna jinan û şoreşa wan a azad nîşan dide. Divê Fransa ligel Tirkiyeyê cih negire. Divê bi awayekî adîlane tevbigere. Sûcdaran ceza bikin.” 
 
Kobanê
 
Têkildarî mijarê, bi sedan gelê kantona Firatê li Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê meşek li dar xist.
 
Meş ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Li wir endama rêvebera Meclisa Jin a PYD′ê ya Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û wiha got: "Hevrê Evîn Goyî di oxira azadiya tevahî jinan de tê koşiya û dengê xwe gihand tevan. Lê ji hêla dijmin ve li navenda çand û hunerê ya Parîsê hate hedefgirtine û şehîd bû."
 
Sarayê  wiha vegot: "Ev ne komkujiya yekemîn e, di 9′ê Çileya 2013′yan de Sakîne, Leyla û Fîdan hatin hedefgirtin û şehîdxistin. Komkujî berdewam e û pergala qirkirinê li dijî Kurdan dewam dike. Ev komkujî bi awayekî rojane li dijî jinan li Bakurê Kurdistanê pêk tên. Berê jî cenazeyên şehîdên komkujiya Silopî 3 rojan li erdê ma û nehiştin kesek nêz be. Armanca dijmin ew e ku fikra demokrasî û fikra jinên azad were têkbirin, lê me niha hebûna xwe îsbat kir."
 
Endamê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Mihemed Mesî axivî û wiha got: "Em komkujiya li Parîsê şermezar dikin, her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin. Armanca dijmin têkbirina çand û hunera gelê Kurd e. Em ê heta dawî parastina Kurdistanê bikin."
 
Meş bi şermezarkirina komkujiyê dawî bû.