Li Colemêrgê riya 34 gund û gundikan hat girtin

  • 14:54 23 Kanûn 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barina berfa zêde rêya 34 gund û mezrayan hate girtin.  
 
Li Colemêrgê ev 2 roj in berf dibare. Ji ber barîna berfa zêde bariye, aşût kete ser tunela aşûtê ya li ser rêya Colemêrg û Çelê. Herwiha ji ber barîna zêde ya berfê rêyên 3 gund û 13 gundikên navenda Colemêrgê, 3 gund û 15 mezrayên Geverê hatin girtin. 
 
Qeyûman ji bo vekirina rêyan xebat nedane meşandin
 
Tîmên girêdayî Îdareya Bajêr a Taybet ji bo vekirina rêyan xebat dan meşandin lê belê hat destnîşankirin ku şaredariyên Colemêrg û Geverê yên di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo vekirina rêyan xebat nedane meşandin. 
 
Hat zanîn ku ji ber berfa li ser rêya TOKÎ’yên Pîzokê nehatiye paqijkirin, qeşa çêbûye û welatî di meşa rê de astengiyê dikişînin. Hat diyarkirin ku servîsên bajêr jî ji ber qeşaya çêbûye nikarin rêwiyan bibin û bînin. 
 
Li gorî hişyariyên meteorolojiye dê li Colemêrgê barîna berfê heya roja duşemê bidome. Tê payîn ku germahiya hewayê jî dê 11 dereceyan bikeve bin sifirê.