‘Divê rastiya komkujiyên li Parîsê eşkere bibe’

  • 14:03 23 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê bi daxuyaniyekî komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe.”
 
Ji bo bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê şehîd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûna 2022’yan de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin, Nivîsgeha Jin a TEV-DEM’ê daxuyaniyek li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê da çapemaniyê. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
“Bi boneya bîranîna yekemîn salvegera komkujiya Parîsê ya duyemîn, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil di komkujiya sala 2023’yan de li Parîsê hatin qetilkirin. Deweta tirk a dagirker di bin navê mafê mirovan de hemû mafê mirovan binpê kiriye.”
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser komkujiya Parîsê ya yekemîn jî û ev tişt hate gotin: “Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên navnetewî dikin ku rastiya van komkujiyan zelal bikin.”