Rojeva sereke ya 2023’yan daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan bû

  • 09:09 23 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - 33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û parêzerên wî salekê de 110 caran, malbatê jî 59 caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehat dayîn. Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ li her derê cîhanê bê navber didome.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navnteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de revandin Tirkiyeyê û hat girtin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 33 meh in tu gahî jê nayê girtin. Paradîgma û îdeolojiya wî ji aliyê hemû gelên cîhanê ve xwedî lê tê derketin û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî bê navber didomin. 
 
Di 2023’yan de tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan berdewam kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyan bê navber berdewam kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin her hefte du caran ji bo hevdîtinê serlêda kirin. Malbatan jî hefteyê carekê serlêdan kir lê her carê bersiv nehat dayîn. Di salekê de parêzeran 110 caran, malbatê jî 59 caran serlêdan kirin. Bi hincetên cezayê dîsîplînê hatin astenkirin.
 
Me çalakî û geşedanên salekê nirxandin.
 
Çile
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parêzer hevdîtinê bikin di 27’ê Kanûna 2022’yan de ji Deriyê Meclîsê ya Dîkmen heta Wezareta Dadê meş dan destpêkirin.
 
Di 3’yê Çile de Tevgera Ciwanan a Şoreşger li Minbicê li dijî êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bi armanca protestokirinê meşeke meşaleyi pêk anîn. Ciwan ji Kawşaxa Mîzan heta navenda bajar meşiyan û di meşe de ji bo şikandina tecrîdê soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn.
 
Ji ciwanan nivîsên dîwaran
 
 
Di 4’ê Çile de  Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Ciwanên Welatparêz bi armanca balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê li Başakşerhîrê dovîzên "Ji Ocalan re azadî" daliqandin. Ciwanên welatparêz jî li ser dîwaran nivîsa "Bila tecrîd bê şikandin" nivîsîn.
 
Li ser tecrîdê panel
 
Di 7’ê Çile de HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya HDP’a Enqereyê panela "Bandora tecrîdê ya li ser jinan" pêk anîn.
 
Rêberê PKK’ê hat silavkirin
 
Di 15’ê Çile de bi dirûşmeya "Em ji şer, xizanî, zextan re bêjin êdî bes e. Em bi hev re biguherin" li Qada Kartal a Stnebolê mîtîng pêk hat. Di mîtîngê de bi dehezaran ji bo Abdullah Ocalan dirûşme berzkirin.
 
Li Minbic û Dêrazor meş
 
 
16’ê Çile de li Minbic û Dêrazor li dijî tecrîda li ser Abdullah ocalan û êrİşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş pek hatin.
 
Greva birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin
 
Di 16’ê Çile de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî binpêkirina mafan ya li girtîgehan û tecrîdê li Îzmîrê greva birçîbûnê ya sê rojan dan destpêkirin û grev sê rojan berdewam kir.
 
Parêzeran serî li CTP da
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ku mudafitiya Lîderê PKK’ê dikin, di 17’ê Çile de der barê Abdullha Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku agahî jê nayê girtin serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku hevdîtin bi awayekî dijhiqûqî tê astengkirin.
 
Li riya E5  bi pankartê balkişandin ser tecrîdê
 
 
Meclîsa Ciwanan a Stenbolê 19’ê Çile de bi armanca balê bikşînin ser tecrîdê li riya E5 pankart daliqandin.
 
Li Marsîlyayê meş
 
21’ê Çile de li Marsîlyayê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gel daketin qadan û ji Canebiîere heta nûneriya Parlamentoya Ewropa ya Marsîlyayê meşiyan. Di meşe de hat xwestin ku tecrîd bê şikandin.
 
Posterê Ocalan li taksîmê hat daliqandin
 
21’ê Çile de Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê pankarta ku postere Abdullah Ocalan li ser bû  li kolaneke Taksîmê daliqandin.
 
Li Edenê xebatên stîcker
 
Meclîsa Ciwanan a Edenê 22’yê Çile de li dijî tecrîdê li Seyhan a Edenê stîckerên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn li dîwarên taxa Denîzlî xistin. 
 
Li Stenbolê meş
 
Heman rojê meclîsa Ciwanan a Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan li taxa Kurtuluş a Şîşliyê meş pêk anîn. Ciwanan diyar kirin ku ew wek ciwanên HDP’ê wê Kurdistanê azad bikin tecrîdê bişkînin.
 
Li Qamişlo kampanya îmzeyan
 
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 22’ê Çile de li ber avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Qamişloyê daxuyaniyek dan û kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan aşkera kirin.
 
Li ber AKP çalakiya sê rojan
 
23’yê Çile de li ber avahiya Parlamentoya Konseya Ewropa (AK) ya Strasbourg a Fransayê çalakiyek sê rojan hat destpêkirin. Di çalakiyê de li ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê hat sekinandin.
 
Li Efrînê ji bo CPT bang
 
24’ê Çile de saziyên hiqûqî, sendika, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî li ada Kampa Serdem a Kantona Şehbayê haitn gel hev û der barê tecrîda li ser Abdullah ocalan de daxuyaniyek dan û di daxuyaniyê de bang li CPT hat kirin ku der barê rewşa wî de raporek zelal parve bikin.
 
 
Serdanên delegasyonan
 
Endamên Delgasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan û 36 kesî pêk dihat navbera 25-27’ê Çile de li Amed, Stenbol û Enqereyê serdan pêk anîn û 28’ê Çile de li Otela Hîll a Taksîmê forumek pêk anîn û peyama bidawîkirina tecrîdê dan.
 
Sibat
 
Delegasyona Jinan a Navneteweyî di 1’ê Sibatê de ji bo Rêberê PKK’ê çû serdana AK’ê. Delegasyonê daxuyaniyek da û diyar kir ku jinên piştgiriyê didin fikrên Abdullah Ocalan tên girtin û binpêkirinên mafan yên cidî dijîn.
 
Li Frankfurtê li dijî komployê meş
 
 
Di 2’yê Sibatê de di 24’emîn salvgera komploya navneteweyî de li bajarê Frankfurt a Almanyayê bi pêşenigya FCDK-KAWA meşek girseyî pêk hat û komplo hat protestorkirin.
 
Li Dêrazor jinan tecrîd û komplo nîqaş kirin
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazor di 4’ê Sibatê de bi armanca komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan pêk hatiye nîqaş bikin li Navenda Yekitiya Sporê ya bajaroka Sifîrê Jêrîn seminer pêk anîn.
 
Ji bo Îmraliyê serlêdana erdhejê
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin di 8’ê Sibatê de  ji ber tu agahî ji Rêberê PKK’ê û girtiyên din negirtin serlêdan kirin. Ji ber erdheja navenda wê Mereş bû û 11 bajar bi bandor bûn, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Saziya înfaza Ceza ya Îmraliyê dan. Lê daxwaz bi îdiaya cezayên dîsîplînê hatin redkirin.
 
Komplo li her derê hat protestokirin
 
 
15’ê Sibatê li her derê cîhanê meş, panel, çalakî û gelek bername pêk hatin û komploya navneteweyî hat şermezarkirin.
 
Adar
 
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de di serî de li  Kurdistan û Tirkiyeyê li her çar alî cîhanê çalakî û bername pêk hatin û bi bername û çalakiyan de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.
 
Banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
 
Bernameyên Newrozê yên bi dirûşmeya "Her der Newroz her dem azadî" pêk hatin diyariyê kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin û peyama wê azadiya fîzîkî ya rêbrê PKK’ê pêk bînin hat dayîn.
 
Ji wezareta dadê re name
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin 14’ê Adarê de nameyeke bi ser navê "Ji wezerî dadê re nameya me ya vekiriye" ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re şandin. Parêzeran di nameye de diyar kirin ku ji 25’ê Adara 2021’ê de ye tu agahî ji Abdullah Ocalan nagirin. 
 
Ji bo Abdullah Ocalan konê 'Jin jiyan azadî’
 
 
Li Wargeha Mexmurê di 12’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan bi bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî, serbixwe azadî" kon hat vedan.
 
Nîsan
 
DDB’ê der barê 23 serlêdanên ku Buroya Hiqûqê ya Asrin kiriye de ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. WEzaretê derbarê qedexe, mafê telefon, cezayên dîsîplînê de nêrîna xwe pêşkêşî DDB’ê kir. Wezaretê îdia kir ku li Îmraliyê tu pêkanînek xerab tuneye.
 
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her çar alî cîhanê çalakî û bername pêk hatin.
 
RJAK’ê kampanya nameyan da destpêkirin
 
Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) di 11’ê Nîsanê de kampanya şandina nameyan a ji bo NY’ê da destpêkirin û kampanya heta 25’ê Nîsanê berdewam kir.
 
Gulan
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin di 2’yê Gulanê de der barê nûçeyên der barê Abdullah Ocalan de derketine ku wek "Dezenformasyon" dinirxand, daxuyaniyek nivîsî da.
 
Serdanên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê 
 
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya ji 3 welatên cuda ji 3 kesî pêk dihat navbera 11-12’yê îlonê de li Stenbolê gelek serdan pêk anîn. Heyetê diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji welatên Rojava re bên vegotin û gotin ew piştgiriyê didin vê. 
 
Li Beyrut a Lubnanê di 13’yê Hezîranê de  der barê têkoşîna li dijî tecrîdê bi dirûşmeya "Rojhilata Navîn a Demokratîk- riya diçe aştiyê" komxebat pêk anî.
 
Li Hesekê û Cenevreyê tecrîd hat protestokirin
 
17’ê Hezîranê de li Hesekê jî bi heman daxwazê meş pêk hatin.
 
Li Kobanê tecrîd hat protestokirin
 
 
20’ê Hezîranê de bi heman armancê Kongra Star û Hîlala Zêrîn li Kobanê daxuyaniyek dan û tecrîd protesto kirin.
 
Buruya Hiqûqê ya Asrin 25’ê Hezîranê de daxuyaniyek nivîsî da û diyar kir ku divê  demildest tecrîd bê rakirin û li gorî biryara tedbîra NY ÎHK’ê tevbigerin.
 
Tîrmeh
 
Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê re di 9’ê Tîrmehê de li ber NY’ê serlêdan kirin.
 
Li 9 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaz kirin.
 
Li Mexmurê di 12’ê Tîrmehê de li Saziya Malbatên Şehîdan li ser tecrîdê bi tevlibûna gelek kesî seminer pêk hat.
 
Li Wanê protestoya tecrîdê
 
Li Wanê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan der barê tecrîdê de li Kolana Hunerê daxuyaniyek dan. 
 
 
Tebax
 
Li bajarê Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger di 6’ê tebaxê de li dijî tecrîdê meşek pêkhat.
Buroya Hiqûqê ya Asrin 7’ê tebaxê de  daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê demildest dawî li sûcê îşkenceyê bê.
 
Îlon 
 
Heman rojê li Stenbolê hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr daxuyaniyek da û diya rkr ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn.
 
20’ê îlonê de TJA’yê li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi dirûşmeya ‘bi jin jiyan azadiyê ve  berbi azadiyê’ starta kampanya xwe bi daxuniyek çapemeniyê da. Hat diyar kirin ku wê kampanya heta 8’ê Adarê bidome.
 
Di 24’ê îlonê de li navçeyê Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs a Qamişlo bi sedan kes ji bo Abdulllah Ocalan meşiyan.
 
Di 27’ê îlonê de OHD’ê der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê daxuyaniyek da û bang kir ku divê demildest tecrîd bidawî be.
 
Cotmeh 
 
Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk, der barê tecrîd û çareseriya pirsgirêka Kurd de li ber deriyê çapemeniyê yê meclîsê bi parlamenterên xwe re daxuyaniyek dan.
 
Di 25’emîn salvegera komploya Navneteweyî de li her derê cîhanê çalakî, meş, panel, bername û gelek xebat hatin meşandin.
 
Cezayê dîsîplînê yê nû
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin 21’ê cotmehê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 10’ê cotmehê de serlêdan kirin e û Dadgeriya înfaza Bursayê di 13’yê cotmehê de bersiv daye û diyar kirine ku cezayekî nû yê dîsîplînê yê nû li Abdullah Ocalan û girtiyên din birîne.
 
Di 28’ê cotmehê de li Stenbolê 78 akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, rojnamegerî  deklerasyona "Banga aştiyê" aşkerakirin. Di bangê de hat diyar kirin ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye û divê demildest azadiya fîzîkî pêk bê. 
 
Mijdar
 
OHD’ê 1’ê Mijdarê bi armanca balê bikşîne ser tecrîdê hejmara yekem ya ‘Bultena tecrîdê’ ya 15 rojan carê wê derkeve, weşand.
 
12’yê Mijdarê li Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê û êrîşên li hember Bakur û rojhilatê Sûriyeyê meş pêk hatin.
 
Meşa Gemlîkê
 
19’ê Mijdarê de "Meşa Azadiyê" ya berbi Gemlîkê ve pêk hat û bi sedhezaran kes tevli meşe bûn û peyama bilindkirina têkoşînê dan.
 
Girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
 
 
27’ê Mijdarê de girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger destpê kirin û çalakî wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.
 
TDÎ di 29’ê Mijdarê de li ber girtîgeha Bakirkoy daxuyaniyek da û banga bidawîkirina binpêkirina mafan kirin.
 
Kanûn
 
4’ê Kanûnê de li Amedê bi pêşengiya TUAY-DER’ê  bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan çalakiya Nobeta Edeletê hat destpêkirin û piştre li gelek bajaran hat destpêkirin.
 
5’ê Kanûnê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HEDEP’ê li ber girtîgeha Bakirkoyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxuyanî hat dayîn.
 
Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku ji 7 kesî pêk dihat hat Tirkiyeyê û li Amed û Stenbolê serdan pêk anîn. Delegasyonê piştî serdanan 15’ê Kanûnê de daxuyaniyek da.
 
13’ê Kanûnê de SGDF’ê der barê binpêkirinên mafan  yên li girtîgehan û tecrîdê de li Ataşehîr a Stenbolê nivîs li dîwaran nivîsî û tecrîd protesto kirin.

Etîketan:

Tecrit Abdullah Ocalan