Ji bo tevlibûna Kongreya Ciwanan bang: Li pêşeroja xwe xwedî derkevin

  • 09:05 23 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetinkaya
 
AMED - Jinan ji bo kongreya ku di 24’ê Kanûnê de ji aliyê Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ve tê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin, jinan li dijî êrîşên pergalê gel vexwend kongreyê.
 
Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) 24’ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 10:00’an de li Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” dê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dawetê ya Geterlerê li dar bixe. Di kongreya ku dê Hevserokê Giştî yê DEM'ê Tuncer Bakirhan jî tevli bibe de di rojeva ciwanan de "tecrîd" û "polîtîkayên şerê taybet" cih bigirin, tiryak û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ciwanan tên meşandin.
 
Ciwan li dijî polîtîkayên pergalê têdikoşin
 
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş, diyar kir ku ew li dijî tirsandin, asîmîlasyon, girtin û binçavkirinên hikûmeta AKP-MHP’ê kongreya ciwanan li dar dixin û diyar kir ku ji kongreyê armanca wan ew e ku coşa ciwanan bigihînin qadan. Senem got, "Di encama vê de em li bendê ne ku hemû dostên xwe li dijî gefxwarin, asîmîlasyon, girtin, binçavkirin û polîtîkayên şerê taybet ên rejîma faşîst bisekinin."
 
'Werin em bi hev re li dijî pergalê govendê bigirin'
 
Endama Meclisa Ciwanên DEM Pariyê Hêlîn Koçak hemû gel vexwend kongreya ku dê li dar bixin û got, "Werin em bi hev re govendê bigirin û li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bikin."
 
'Em li pêşeroja xwe xwedî derkevin'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray jî anî ziman ku ciwan pêşeroja gelan e û got, "Bêyî ciwanan kes nikare behsa siberojê bike." Sultanê diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide kongreya ku ciwan li dar dixin û ji raya giştî re got, “Em hemû bi hev re ciwanên xwe û pêşeroja xwe biparêzin. Bila em kongreyeke xurt bi beşdariyeke zêde li dar bixin."
 
Bang li kongreya ku bi perspektîfa ciwan bê lidarxistin
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn bi van gotinan banga tevlibûnê li gel kir: "Ji bo em karibin siyaseta xwe ya demokratîk a ku me dest pê kiriye, ciwan bi ser bixin û ciwan bifikirin, em bang li hemû kesî dikin. Em gelê me ji bo kongreya ku ciwanên partiya me wê saet di 10.00 de li Salona Dawetê ya Geterler a Amedê pêk bînin xwedixwînin kongeryê."