ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 23 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Dengbêj Meryem Tuncer a ku bi salan e êş û jana xwe bi kilaman vedibêje, li gor rihê demê stranên xwe amade dike. Meryem bi kilamên xwe piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê dike û banga tevlîbûna çalakiya Nobeda Edaletê kir. BI DÎMEN 
 
*Rêvberên DEM Partiyê yên Colemêrgê derbarê grevên birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyeke mayînde divê demildest tecrîd bê bidawîkirin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan diyar kir ku ji bo kursên serdema nû eleqeyek baş heye û wiha got:"Divê em li têkoşîna xwe xwedî derkevin. Ev rê jî ji kurdî derbas dibe. Li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo atolyeyên me yên kurdî eleqeyek baş heye û ev bi awayekî bi hêz dewam dike. Li dijî hemû êrişan em bi zimanê xwe bibin bersiv. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî kursên kurdî û perwerdeya kurdî bibin." BI DÎMEN 
 
*Xecê Şen a TJA'yî der barê kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" daye destpêkirin de, got ku bi kampanyayê re jinên tundî li wan dihat kirin dikaribûn gotin, "Em jî hene." DÎMEN HEYE
 
* Jinan ji bo kongreya ku di 24’ê Kanûnê de ji aliyê Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ve tê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin, jinan li dijî êrîşên pergalê gel vexwend kongreyê. DÎMEN HEYE
 
*33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û parêzerên wî salekê de 110 caran, malbatê jî 59 caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehat dayîn. Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ li her derê cîhanê bê navber didome. PANORAMA 
 
*Nûçegîhana Rojnameya Xwebûnê Medya Bal di 4'emîn salvegera Xwebûnê de axivî. Medyayê got:"Xwebûn wekî pirtûkxaneyeke kurdî di hafizaya me de cih digire. " BI DÎMEN 
 
*Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê û hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan der barê serlêdanên namzetiyê de bang li jinan û ciwanan kir û got: “Em hêza xwe bikin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin.” BI DÎMEN