Konferansa Meclisa Jinan a Îslama Demokratîk bi dawî bû

  • 20:18 22 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn Konferansa damezrîner a Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi hilbijartina koordînasyonê û encamnameyê bi dawî bû. Ji konferansê encamên, piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, sekna li dijî nijadperestiya olî, têkbirina nefretê û zihniyeta baviksalariyê bi rêya belavkirina fikir û têgeha îslama demokratîk, derketin.
 
Yekemîn Konferansa damezrîner a Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ku îro dest pê kir, bi nîqaşkirina mijaran, xwendina rêziknameyê û nîqaşkirinê berdewam kir.
 
Piştre koordînasyona meclisê hate hilbijartin, her wiha 7 endamên jin ku nûnerên 7 kantonên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin hatin hilbijartin; Besîra Xelîl, Delal Xelîl, Emîra El Ezo, Avîn El Hecî, Rîm Idrîs, Nesrîn Îbrahîm û Xilod Ebdo. Piştre encamname ji aliyê endama koordînasyonê Evîn El Hecî ve bi zimanê Erebî hate xwendin.
 
Di encamnameyê de plansaziyên hatin aşkerakirin û wiha ne:
 
“*Xebata li ser damezrandina akademiya taybet bi Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ku kadroyên jin di dewreyên fikrî, zanistî û olî de perwerde bikin, da ku rola jinê ya olî û civakî were xurtkirin.
 
*Xurtkirina ragihandina meclisê bi rêya danîna planên ragihandinê yên daîm ku tê de bername li ser dozên jinan di ol û civakê de hebin.
 
*Têkiliyên li ser asta herêmê û cîhanê bi rêya pevguherîna serdan û lidarxistina panelan bi rêya dezgehên civakî werin firehkirin.
 
*Xebat li ser amadekirina dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî bê kirin.
 
*Berdewamkirina lêkolînên taybet li ser axaftinên lawaz û çêkirî yên der barê jinan de û komkirina wan di pirtûkeke taybet de.
 
*Birêxistinkirina xebata meclisa jin li herêmên nehatine birêxistinkirin û zêdekirina endaman li gorî pêwîstiyan.
 
*Divê rola jinê di komîteya fetweyê û îctîhadê ya nava Kongreya Îslama Demokratîk de were xurtkirin.”
 
Konferans bi diruşma′Jin, Jiyan, Jiyan′ û ′Bê Serok Jiyan Nabe′ bi dawî bû.