Danişîna doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin

  • 16:54 22 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA Ayşe Gokkan taloqê 29'ê Adara 2024'an hat kirin.
 
Berdevka Berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 28'ê Çileya 2021'ê de li Amedê bi îdiaya "Rêvebera rêxistinê ye" û "endamê rêxistinê" ye hat girtin, di 2'yê Adara 2023'yan de ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Derbarê Ayşeyê de bi hinceta "Herêmên qedexeya leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê kiriye" û "zerar daye milkê gel" 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ji hêla Îstînafê biryar hat betalkirin û carek din doz hat dîtin. 
 
2'yemîn danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbîna Mêrdînê hat dîtin. dabû destpêkirin hatibû ve dîtin. Ayşe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) tevlî danişînê bû. Parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn. Her wiha parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin beşdarî danişinê bû. 
 
Piştî tespîta nasnameya danişîn destpêkirin. Serê ewilî belgeyên ku hatin, hatin xwendin û ji bo lêkolînê li dosyayê zêde kirin. Piştî Ayşe parastina xwe bi kurdî kir, parêzerên wê jî parastin kir. 
 
Şandeya dadgehê ji bo lêkolînkirina belgeyên ku teslîmê dadgehê hatî kirin danişîn taloqê 29'ê Adara 2024'an kir.