Çalakiya Nobeda Edaletê: Divê astengî ji holê bên rakirin

  • 16:47 22 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Di roja 10’emîn a çalakiya Nobeda Edaletê de serdanên piştgiriyê dewam kirin û ev peyam hatin dayîn: “Jina Kurd di şexsê gelê Kurd de felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî desthilatdariya mêr ji hemû cîhanê re ragihand. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku îro li vir hat destpêkirin dê astengiyên li ser rêya azadiyê derbas bike.
 
Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (MATUHAYDER) a Marmarayê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a navçeya Bagcilarê di 13'ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, bi serdanên piştgiriyê dewam kir. Dayikan pêşmalkên xwe yên spî li xwe kirin û pankartên bi Kurdî û Tirkî "Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtîgehan" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtîgehan." aştiya civakî” hatin daliqandin. Stranên bi Kurdî bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
 
Muzîkjenên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), endamên Komeleya Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) û gelek welatî serdana çalakiyê kirin. Di roja 10'an a nobetê de pêşengiya çalakiyê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat lidarxistin.
 
'Jin jiyan azadî'
 
Serokê DÎYADER'ê Ekrem Baran di serdanê de axivî û diyar kir ku çalakiya dayikan pîroz e û nobeda aştî û wekheviyê temsîl dike. Ekrem di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser civaka Neolîtîk ku di serdema kevnar de jin serdest bû û destnîşan kir ku civak wê demê aramtir û adîltir bû. Ekrem got, “Dema desthilatdarî kete destê civaka serdest a mêr, wê demê şer, newekhevî û rondik li cîhanê serwer bûn. Ev serdestiya mêr berdewam dike. Jinên Kurd di şexsê gelê Kurd de li dijî zîhniyeta serdest a mêr felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ji hemû cîhanê re ragihandin. Ev çalakiya ku ji aliyê dayikên aştiyê ve îro li vir û li gelek cihan hatiye destpêkirin, wê astengiyên li ser rêya aştî û azadiyê derbas bike. Gelê Kurd û dostên wna di bin tecrîdê de ne. Gelê Kurd tu carî zilm û zordarî li cîranên xwe, Ereb û Çerkez û Tirkan nekirîye. Her tim bi wan re di nava aştiyê de dijiya. “Em we dayik û jinên ev çalakî dane destpêkirin silav dikin."
 
'Werin em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin'
 
 Li ser navê rêveberiya DBP'ê ya Marmarayê Mahmut Çîftçî jî bi silavkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dest bi axaftina xwe kir. Mahmut anî ziman ku girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdarê de di greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Weke DBP'ê me nobeda 3 rojan girt. Em bang li hemû çepgir û sosyalîstên Tirkiyeyê dikin. Bang li her kesên aştiyê dixwazin û li dijî tecrîdê ne dikin ku bi me re bên cem hev û em bi hev re vê tecrîdê bişkînin."