Nobetên Edaletê li Mêrsîn û Edeneyê dewam dikin

  • 15:47 22 Kanûn 2023
  • Rojane
 
EDENE/MÊRSÎN - Çalakiyên Nobeda Edaletê ku bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dest pê kirin, li Edene û Mersînê jî  dewam dikin.
 
Hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” tê qedexekirin û 33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Derbarê mijarê de û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de kampanyayek hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, dû re ji xizmên girtiyan bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan li Edene û Mêrsînê hat destpêkirin di roja 19'an de berdewam dike. 
 
Mêrsîn
 
Nobeda Edaletê ya li avahiya komeleya TUAY-DER a Çûkûrovayê di roja 19'an de ye. Hevserokê Rêxistina Akdenîzê ya DEM Partiyê Nîzar Esen got, "Bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî aştî dikare bê nava gelên Tirkiyeyê. Ji bo bicihanîna van daxwazan têkoşîna me wê dewam bike."
 
Edene
 
Nobeda Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê di roja 19'an de ye. Çalakgeran diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê divê hre kes dengê xwe bilind bike.