Nobeda Edaletê li Amedê 19 roj in didome

  • 14:51 22 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê ya ku bi pêşengiya TUAY-DER'ê hatî amade kirin bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" di roja 19'an de didome. 
 
Hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” tê qedexekirin û 33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Derbarê mijarê de û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de kampanyayek hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, dû re ji xizmên girtiyan bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan li Amedê hat destpêkirin di roja 19'an de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome îro jî bi serdanan berdewam kir. 
 
Îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Rêzanê, hevserokên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û Kerem Canpolat, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û hevserokê OHD'ê ya Amedê Riza Polat û gelek kes serdana çalakiyê kirin. 
 
Di serdanê de Riza Polat axivî û bal kişand ser çalakiyê û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêkek seda salî ye. Giraniya vê pirsgirêkê di salên 2018, 2019 û 2021’ê de bêtir derket rûye erdê. Niha jî bêtir berdewam dike. Daxwazên girtiyan daxwazeke mafdar e."
 
Dayika girtiyê nexweş Şîvekar Ataş Rabîa Ataş jî axivî û diyar kir ku divê pêvajoya ku niha tê jiyîn qurbana hilbijartinê nekin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Amedê ya ku 19 roj in didome îro bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û stranan bi dawî bû.