Li Wanê nobet bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ didome

  • 14:32 22 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 18’an de bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dewam dike. Di çalakiyê de tecrîda girankirî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em slavên xwe ji vir heta Îmraliyê dişînin.”
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 18’an de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP)  berdewam dike. Îro jî rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û DEM Partî yên navçeya Westan û jinên taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê serdana nobetê kirin.
 
‘Em slavên xwe ji Îmraliyê re dişînin’
 
Di çalakiyê de dayîka bi navê Behîce Bor axivî. Behîce, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê şermezar kir û got: “Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya Birêz Ocalan em îro hatine li vê derê. Em ê bi têkoşîn û sekna xwe vê tecrîdê bişkînin. Her wiha li girtîgeha çalakiya greva birçîbûnê destpê kiriye. Divê demildest daxwaza girtiyan bi cih bê. Divê em hemû li dijî vê tecrîdê rabin li ser piyan û xwedî berxwedana girtîgehan derbikevin. Em slavên xwe ji vir heta Îmraliyê ji Birêz Ocalan re dişînin.”
 
Bangawazî
 
Zînê Tûrgût a ku kurê wê Yakup Tûrgût 19 sal in girtiye û cezayê giran lê hatiye birîn, piştevaniya çalakiyê kir. Zînê jî bang li serokwezîr kir ku vê tecrîdê rakin û her wiha bang li Wezîrê Dadê kir ku daxwaza zarokên wan bibihîzin.
 
Nobeda Edaletê di roja xwe ya 18’emîn de bi serdanên piştevaniyê, çepik, tilîlî û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berdewam kir.