Civîna salane ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi dawî bû

  • 19:15 21 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê bi gelek encaman bi dawî kir. Endcama amadekirina tîmên werzîşê yên jinên ciwan, vekirina parka jinên ciwan û kargeheke xebatên destan, derket holê.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê li salona Xabûrê li dar xist. Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadiyê′ Di civînê de endamên jinên ciwan beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji hêla endama Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Cûd El Hemod kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê koşiya, ne ji wî bûya, îro ew li vir nedicivîn.
 
Cûd wiha domand: "Hemû serkeftinên li herêmê bi saya fedakarî û têkoşîna jina azad bû, ji lew re divê em di oxira bilindkirina asta jina azad de têkoşînê bilind bikin."
 
Dûre endama Yekitiya Jinên Ciwan Merwe El Selal hin pirspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser rola beşa ciwan a di rêxistina civakê de xwendin.
 
Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên rapora sale ya yekitiyê ya Hesekê xwend, nîqaş li ser hatin kirin.
 
Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû, ji wan; amadekirina tîmên werzîşê yên jinên ciwan, vekirina parkekê ji jinên ciwan re, vekirina kargeheke destan, rêxisitna pêngava li dijî tundiya li ser jinan, aktîfkirina komîteya jineolojiyê û vekirina projeyan ji jinên ciwan re.