Ji Koordînasyona Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê banga hişyariyê

  • 16:27 21 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Koordînasyona Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê ya ÎHD'ê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de daxuyaniyek da. Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de wiha got: "Em bang li saziyên netewî û navnetewî yên mafên mirovan û hiqûqê dikin ku bila hestiyar bin."
 
Koordînasyona Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didome li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, nûnerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştgirî dan civînê. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di civînê de axivî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de berdewam dike. Nûray, bal kişand ku hêj desthilata siyasî di vê mijarê de gavek jî neavêtiye û bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar kir ku bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Nûray, anî ziman ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên ketina çalakiya greva birçîbûnê were parastin divê şertên tibî bên avakirin û wiha got: “Ji bo girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine jiyana xwe bidomînin, divê 5 şûşeyên ava mezin, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyekî şirînahiyê karbonat û preparatên vîtamîna B’yê ya kompleks ku vîtamîna B1’ê di nava xwe de dihewîne bidin wan. Berovajiyê ve helwesteke ku mirov dikare weke îşkence û mûameleyeke nebaş a belavî demê hatiye kirin binirxîne.”
 
Nûray, anî ziman ku divê girtiyên di çalakiyê de bi awayekî rêk û pêk bên şopandin û daxwazên wan werin bicihanîn û destnîşan kir ku divê rayedar hestiyar bin.  
 
Nûray bi bîr xist ku agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî destûra bingehîn û peymanên navnetewî ye û wiha berdewam kir: “Desthilata siyasî, divê bêyî ku pêvajoya çalakiyê veguhere xetereyê daxwaza çalakgeran binirxîne. Heke dê ji encamên neyînî desthilat berpirsyar be. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê û saziyên têkildar demildest bikevin nava liv û tevgerê.”
 
Nûray, ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bi esasgirtina maf û azadiya bingehîn werin nirxandin û çareserkirin di serî de Wezareta Dadê û hemû rayedar, bang li saziyên netewî û navnetewî yên mafên mirovan û hiqûqê kir ku hestiyar bin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku herkes qebûl dike ku daxwazên girtiyan maqûl in û dikarin werin bicihanîn û wiha got: “Di qanûna înfazê ya ceza ya Tirkiyeyê de tecrîda domdar nîne. Em desthilatê vedixwînin ku li qanûnên dewletê tevbigere. Em bang lê dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên li cem wî were rakirin. Divê em van çalakiyên greva birçîbûnê weke hişyariyekê bigirin dest. Hêvî dikim ku ev çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger na veguhere bêdem û bêdorvegerê, ji ber ku mafên wan ê jiyan û tenduristiyê ji bo me gelek girîng e. Li gorî agahiyên me bi dest xistin bi taybetî vîtamînan nadin girtiyan. Divê mirov girtîgehan hişyar bike; ji ber ku ji mafê jiyanê yê girtiyan hûn berpirsyar in. Bi rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.” 
 
Mehmet Baytekîn ê li ser navê MED TUHAD-FED’ê axivî diyar kir ku weke malbat bi fikar in û xwest ku xwedî li daxwazên girtiyan were derketin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci jî bi lêv kir ku bi şewitandina înfazê gef li girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê hatine kirin tê xwarin û wiha got: “Dîsa li hin girtîgehan dermanan nadin girtiyan û li hin cihan girtiyan dixin hucreyan. Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike.”