Li Stenbolê Nobeda Edaletê di roja 9'an de ye!

  • 16:02 21 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê Nobeda Edaletê di roja 9'an de dewam dike, malbat di daxwazên xwe de bi irar in. 
 
Xizmên girtiyan li Stenbolê ku yek ji navendên nobedê ye di peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê(MATUHAYDER) de li avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a Bagcilara Stenbolê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin. 
 
DEM Partî, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên navçeya Arnavutkoyê ya DEM Partiyê û endamên Partiya  Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) û gelek kesî serdana çalakiyê kirin.
 
Banga tevlibûna nobedê
 
Kesên hatin serdanê ji malbatan re gotin: “Çalakî û têkoşîna we têkoşîna me ye. Em ji ber vê berxwedanê we pîroz dikin. Divê her kesên li dijî şer li dijî tecrîdê rabin û her kes divê bibe dengê girtiyan." Di heman demê de malbatên nobedar diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên cih ew di têkoşîna xwe de bi israr bin û bang li her kesî kirin ku tevli çalakiyê bibin.
 
Çalakiya nobedê serdanan dewam kir.