Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de didome

  • 14:38 21 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 17’an de dewam dike. Di çalakiyê de Eynê Atabay got heta niha ji bo daxwazên girtiyên wan bi cih bên û gav nehatiye avêtin û bang Wezîrê Dadê kir ku peywira xwe pêk bîne.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 17’an de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP)  berdewam dike. Serdanên ku bênavber didomin de peyama divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin derdikeve pêş.
 
Bang ji bo Wezîrê Dadê
 
Di çalakiya îro de jî Eyne Atabay axivî û anî ziman ku zextek mezin li ser girtîgehan tê meşandin û got hemû girtî di bin tecrîdek giran de ne. Eyne, bi lêv kir ku ji 27’ê Mijdarê ve girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Em ji bo piştevaniya zarokên xwe bikin li vê derê di çalakiyê de ne. Em jî dixwazin zarokên me jiyanek xweş bijîn. Zarokên me ne ji ber mirinê, ji bo jiyanê hatine dinê. Ev 25 roj in tu gav nehatiye avêtin. Em bang Wezîrê Dadê dikin ku bila pewira xwe pêk bîne û daxwaxa zarokên be bi cih bîne. Bila demildest gavek bê avêtin. Divê destpêkê de tecrîda li ser Serokatî rabibe. Ger ku tecrîda ser Serok rabibe  dê tecrîda li ser hemû girtîgehan jî rabibe. Ji vê pirsgirêkê demek berê çareserî bê dîtin. Bila hemû kes, sazî û dezgeh li dijî vê tecrîdê û grevên birçîbûnê rabin li ser piyan.”
 
Nobeda Edaletê di roja xwe ya 17’emîn de bi serdanên piştevaniyê, çepik û tilîliyan berdewam kir.