'Tevî ambargoyê û erdhejê jî jinan têkoşîna xwe dewam kirin'

  • 09:50 21 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarên Helebê civîna xwe ya salan e li dar xistin. Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarên Helebê Hêvîn Sileyman derbarê lidarxistina civînê de wiha got:"Îro hejmara jinan a di hemî kar û xebatan de zêdetir e. Jinan hem karê derve û hem jî karê malê kirin.  Tevî ambargoya giran a li ser taxê jî jinan li berxwe dan."  
 
Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarên Helebê Hêvîn Sileyman li ser lidarxistina civîna xwe ya salane nirxandin kir. Hêvînê bi lêv kir ku ew ê ji bo azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mezinkirina rêxistinbûyina jinan kar û xebatên xwe pêş bixin. 
 
'Tevî hemî astengiyan karê jinan dewam kir'
Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarên Helebê, Hêvîn Sileyman wiha got:"Me civîna xwe li ser bingeha nirxandina kar û xebatên sala 2023'yan li dar xist. Ev sal ji bo me jinên ku di nava xebatê de pir giran bû. Ev yek jî ji ber bûyerên ku qewimîne û derveyî hêza jinê bû lê belê dîsa jî jinan li berxwe dan. Jinan bi hemî hêz û vîna xwe karê xwe di sazî û dezgehan de, dan dewamkirin. Tevî ambargoyê û erdhejê jî jinan têkoşîna xwe dewam kirin. "
 
'Tevî ambargoyê jinan li berxwe dan'
 
Hêvînê bal kişand ser astengiyên di nava salê de derketin pêşberî jinan û têkoşîna li dijî astengiyan û wiha lê zêde kir:"Îsal bûyereke zehmet a jinan derbas kirin erdheja çêbû bû. Erdhejê bi xwe re gelek astengî anî, jin di zor û zehmetiyek giran re derbas kir. Tevî vê yekê jî jinê dest ji xebata xwe berneda. Di hemî çalakiyan de cih girt. Bi taybet çalakiyên girêdayî hemleya ji bo Rêber Apo azadî. Îro hejmara jinan a di hemî kar û xebatan de zêdetir e. Jinan hem karê derve û hem jî karê malê kirin.  Tevî ambargoya giran a li ser taxê jî jinan li berxwe dan."  
 
'Nêrîn û biryarên ji civînê derketin wê ji bo sala bê bibin pêşniyar'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê bal kişand ser pilanên wan ên ji bo sala 2024'an û bi taybet ji bo pêşxistina zêdetir rol û misyona jinan a kar û xebatan a di nava taxê de û wiha got:"Ji bo sala nû em ê her xebatên xwe ji bo pêşxistina erka jinan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di nava salekê de derketin pêş, zêdetir bikin. Di heman demê de çawa wê jin bibin bersiv, li hemberî aloziyan ew ê jin çawa têkoşîna xwe pêş bixin em ê li ser van xalan jî xebatên xwe zêdetir bikin. Îsal erdhej çêbû ambargoyek mezin heye li hember van zehmetiyan em ê çawa rêxistinbûyina xwe xurt bikin ev girîng e. Nêrîn û biryarên ji civînê derketin wê ji bo sala bê bibin pêşniyar. "