ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 21 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Siyasetmedarên jin bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin: "Girtiyê nexweş ên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, an jî nêzî mirinê ne serbest tên berdan ev sepandina tecrîda girankiriyê. Ji ber vê jî xwedîderketina li berxwedana girtiyan girîng e." BI DÎMEN 
 
*Jinên Amedî diyar kirin ku qeyûmên ji aliyê dewletê ve tayînî şaredariyên ku gel bi îradeya xwe bi dest xistine hatin kirin, sazî û komeleyên jinan ên li bajêr girtin û diyar kirin ku van qeyûman ji jinan re qad nehiştine. DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya "Krîza Şaristaniya li Rojilata Navîn û Çarseriya Şaristaniya Demokratîk" de geşedanên dîrokî, krîzên hatine jiyîn û riyên çareseriyê yên li Rojhilata Navîn dinirxîne. DOSYA
 
*Li dijî zextan berxwedana karkerên Febrîqeya Tekstîlê ya Ozakê berdewam dike, karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê berxwedana xwe bidomînin û gotin: "Patron li hundir û walî jî li derve zextan dikin." BI DÎMEN 
 
*Di 2023’an de hedefên ku hikûmeta AKP’ê dabûn ber xwe pê neanîn û li aliyê din jî mirovê ku berê dikaribûn xanî û wesayîtan bigirin niha dikarin bisiklete bigirin. Di 2023’an de enflasyon, xizanî, betalî zêde bû. PANORAMA