Tevî êrîşa polîsan çûn serdana Nobeta Edeletê

  • 18:34 20 Kanûn 2023
  • Rojane
EDENE - Polîsan êrîşê kesên ku xwestein biçin serdana Nobeta Edeletê ya li Edenê, kir. Girseyê tevî êrîşa polîsan dorpêç derbas kirin û diyar kirin ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz kirin.
 
Li Edeneyê jî di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ Nobeta Edeletê tê meşandin û polîsan xwestin pêşî li kesên ku dixwestin  biçin serdana Nobeta Edeletê.
 
Dayikên Aştiyê  û Rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) yên ji Mersînê hatibûn li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin gel hev.
 
Ji vir jî xwestin bi hev re biçin avahiya AATUHAY-DER ku lê nobet didomiya. Polîsan bi hinceta ku dirûşme hatine berzkirin pêşî li wan girt. Li ser israra girseyê polîsan bi mertalan êrîş kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Polîsek jî ji ber kapaxa kuşxanê ya hatiye avêtin ji serê xwe birîndar bû.
 
Piştî hewldanan dest ji bo girseyê hat dayîn. Girseyê xwe gîhand avahiyê û piştgirî ji bo çalakiya Nobeta Edeletê anîn ziman.