Di Nobeta Edaletê ya Stenbolê de peyama girtiyên jin hat xwendin

  • 16:51 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 8'an de berdewam dike. Di çalakiya îro de peyama girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê hatî hat xwendin û peyama domandina berxwedanê hat dayîn.
 
33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê 24 roj in berdewam dike. 
 
Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Li Stenbolê jî ku yek ji navendên vê nobedê ye di peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê(MATUHAYDER) de li avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a Bagcilara Stenbolê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin. Çalakiya nobetê 8 roj in didome.
 
Çalakvan êlekên bi kurdî û Tirkî yên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin. bi çepikan hatin gerandin.
 
Çalakiya îro jî bi serdanan berdewam kir û xwişka Malûm Dogan Serap Mutlu Dogan serdana çalakiyê kir û piştevaniya xwe ya çalakiyê anî ziman. Di çalakiyê de peyama girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê hat xwendin. 
 
Peyama girtiyan wiha ye: "Îro dewleta AKP û MHP bi tecrîdê ve dixwaze di serî de Gelê Kurd û Gelên Ereb, Ermenî, Suryanî û elewî û hwd tune bihesibîne û mafê wan yê herî rewa jî ji deste wan bigire. Ev tecrîda li ser Gava Îmraliyê tecrîdekî li ser tevahiya hebûna gelan e. Li hemberî vê tecrîdê li berxwedayîn tê wateya xwe û li tevahiya mirovahiyê xwedîderketin. Ji ber vê em tecrîdê şermezar dikin. Em hêza xwe ya berxwedanê ji Serokatiyê digirin. Tu hêz û kirinên dewleta Tirk û faşist nikare vê berxwedana me bişkine."