Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir

  • 16:24 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Dayikên Aştiyê li Tebqayê bi dirûşma "Bi giyanê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Dayikên Aştiyê li goristana şehîdan a kantona Tebqayê bi dirûşma "Bi giyanê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Di roja yekemîn a çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a kantona Tebqayê, nivîsgeh û komîteyan, şênî, endamên tevgerên jinan û ciwan hazir bûn. Di çalakiyê de endamê Însiyatîfa Sûriyeyê Yasir El Kirdî, endama Însiyatîfa Sûriyeyê Şeze El hisên axivîn û destpêkirina çalakiyê ji bo piştgiriya çalagerên di girtîgehên dewleta Tirk de, ragihand.
 
Şeze wiha got: "Pêngavê 10`ê Cotmehê dest pê kir. Li seranserî cîhanê deng veda. Gelek rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar û kesên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer, tev lê bûn." Şeze diyar kir ku pêngav berdewam e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha domand: “Rêbertî got şoreşa ku jin tev lê nebe, dê bi bin bikeve. Ji ber wê, em dê li ser fikr û felsefeya wî tê bikoşin."
 
Di çalakiyê de sînevîzyonek têkildarî berxwedana girtiyan a di zindanan de hate pêşandan.