Ji Nobeta Edaletê peyama yekitiyê

  • 16:20 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED -  Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 17'emîn de berdewam dike. Kesên ku serdana çalakiyê dikin diyar kirin ku ji bo têkbirîna tecrîdê yekitî hewce dike. 
 
Bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê, bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî pêngava ku di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin bûn.
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya TUAY-DER'a Amedê hatiye destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Gelek kes serdana Nobeta Edalatê ya li avahiyê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezan tê domandin kir. 
 
Meryem Tûran a ku serdana çalakiyê kir anî ziman ku daxwaza wan, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên ketine grevên birçîbûnê ye û got: “Em aştiyeke birûmet û yekitiya gelan dixwazin.” 
 
Kesên tev li çalakiyê bûne, piranî dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û klam gotin.