Salîha ya bi gûman jiyana xwe ji dest da berê winda bû

  • 15:33 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Hate diyarkirin ku Salîha Sûrer a 70 salî ya bi guman jiyana xwe ji dest da 2 roj beriya mirina xwe winda bibû.
 
Hat diyarkirin ku Salîha Sûrer a 70 salî ya ku li Taxa Eşata Jorî ya navçeya Erdîşa Wanê dima, 2 roj berê çûye cem cîrana xwe û danê êvarê derketiye ku bê malê. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat destnîşankirin ku Salîah piştî çûye mala xwe 2 rojan xeber jê nehatiye girtin û duh danê sibê mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku cîranên Salîhayê yên ew li erdê dîtine agahî dane ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan.
 
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ji ber mirina bi gûman a Salîhayê dewma dike.