Ji nobeda Edaletê Peyam: Divê herkes li dijî tecrîdê derkeve

  • 15:26 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 16’an de dewam dike. Di çalakiya ku berdewam dike de ev peyam hat dayîn:"Divê herkesê/a ku li dijî şer e divê li dijî tecrîdê jî derkeve." 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 16’an de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP)  berdewam dike. Îro jî Meclisa Ciwanan a Partiy Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku çû serdana çalakvanan bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û " Ciwan natirsin hesap dipirsin" ket hûndirê avahiyê. 
 
'Komplo bi tecrîdê didome'
 
Tevî ciwanan, rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin jî serdanan çalakiyê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku qeyûm tayînî şûmna wî hatiye kirin di çalakiya nobetê de axivî. Mustafa diyar kir ku du sedemên girîng hene ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de li Girtîgeha Îmraliyê tê hiştin. Mustefa anî ziman ku yek ji van sedeman jî destwerdana  ku fikrên Abdullah Ocalan negihêjn raya giştî û "bandora wî ya li ser gel kêm bikin." Her wiha Mustefa destnîşan kir ku ji ber komploya navneteweyî hat pûçkirin û polîtîkayên tecrîdê weke berdewamiya pêvajoya komployê nîşan da.
 
'Eger tecrîd bi dawî bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe'
 
Têkildarî kûrbûna tecrîdê û dewamkirina tecrîdê jî Mustefa got, "Dema em di çarçoveya lêpirsînên li dijî me de hatine vekirin de tên binçavkirin, ji me  pirsa,  "Çima hûn li dijî tecrîdê ne?" Tê pirsîsîn û "Em dibêjin polîtîkayên şer ên hikûmetê yên li hemberî pirsgirêka Kurd û destwerdana li hemû qadên jiyanê, bi taybetî jî krîza aborî, 'çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk' e û ev yek bi polîtîkayên tecrîdê yên li hemberî Birêz Ocalan girêdayî ye."
 
Mustefa li Nobeda Edaletê ji malbatan re got, “Çalakî û têkoşîna we têkoşîneke pîroz e. Li ber vê têkoşînê bi rêzdarî serê xwe ditewînim. Em careke din bang li her kesî dikin ku bi taybet li dijî şer li dijî tecrîdê bisekinin."
 
Nobeda Edaletê di roja xwe ya 16’an de bi serdanên piştevaniyê, çepik û tilîliyan berdewam kir.