‘Tecrîd li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye'

  • 14:59 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
 
RIHA - Têkildarî grevên birçîbûnê, Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bang li rayedarên dewletê kirin ku daxwazên aştiyane û hiqûqî yên girtiyên di greva birçîbûnê de berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 24’an de didome. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya navendeke karan a bajêr hate dayîn. Nûnerên sazî, komele, sendîka û platformên îmzeya wan di bin metna hevpar de tev li daxuyaniyê bûn. Metn, ji hêla Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ew rewşa tenduristiyê û şertên girtîgehê yên girtiyên ketine greva birçîbûnê jinêzve dişopînin. Di vê çarçoveyê de me bi girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T a Rihayê ketine grevê re hevdîtin kir. Girtiyan dan zanîn ku vîtamînên pêwîst û pêdiviyên wan a xwarinê ya li gorî protokola greva birçîbûnê ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve nayên pêşwazîkirin. Her wiha gotin ku derheqê wan de lêpirsînên disiplînê hatine destpêkirin û heta mehekê çalakî li wan hatine qedexekirin. Li gorî çavdêriyên me rayedar van sepanan ji bo bêzarkirina girtiyan û bidawîkirina çalakiyê têxin meriyetê.” 
 
Di serî de mafê tenduristiyê, divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin û ji bo nrxandina daxwazên wan ên aştiyane û hiqûqî rayedarên dewletê bi berpirsyartiya xwe rabin. Ji rûmeta girtiyan heta mafên wan ên jiyanê û tenduristiyê, hemû mafên girtiyan di bin berpirsyartiya dewletê de ne. Tecîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku girtî daxwaza azadiya wî dikin, li dijî hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî ye. 
 
Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, nêzikatiyeke wekhev a li dijî hemû pirsgirêkên civakê ji hev dabeş dikin, projeyeke aştiya civakî ku çareserkirina hemû pirsgirêkên refah û edaleta civakî mebest dike pir girîng e. Divê rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de bi awayeke rêk û pêk bên kontrolkirin û bijîşkên ji hêla TTB’ê ve hatine peywirdarkirin bikarin biçin girtîgehan û girtiyan muayene bikin. Çalakiya greva birçîbûnê jî di nav de, divê rêz ji bo azadiya xweîfadekirinê ya girtiyan bê girtin. Divê Wezareta Dadê têkildarî daxwazên girtiyan bi wan re têkiliyê deyne û ji bo axaftina li ser van daxwazan di serî de parlamenter, bi nûnerên rêxistinên maf, hiqûq û tenduristiyê re hevdîtinan bikin. Her wiha divê destûr bê dayîn ku şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolîn û serdanan bikin.” Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di mijara çalakiya greva birçîbûnê de bihestiyar tevbigerine."
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.