Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

  • 14:12 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û ji bo piştgiriya çalakiya girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de, li Şehba çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” çalakiya Nobeta Edaletê dan destpêkirin. 
 
Li Şehbayê jî Înîsiyatîfa Gel, bi heman armancê li Parka 4'ê Nîsanê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kon veda û dest bi greva birçîbûnê kir. Bi dehan endamên Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Heyva Sor a Kurd, Desteya Perwerde û Hîndekariyê û gaziyên şer beşdarî çalakiyê bûn.
 
Beşdaran piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li zindanên dewleta Tirk nîşan da. Endamên Însiyatîfa Gel Mistefa Mihemed bi zimanê erebî û Rûken Ehemd bi zimanê kurdî di çalakiyê de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: 
 
“Li Tirkiyeyê heta ku tecrîd bi dawî nabe, tu kes nikare behsa demokrasî, azadî û edaletê bike û ji bo wan tê bikoşe; ji ber vê yekê hemû girtiyên azadîxwaz ên li girtigehên Tirkiyeyê dest bi greva birçibûnê kir. Divê her kes li Tirkiye û cîhanê tecrîda li ser Rêber Apo bi zelalî bibîne û li dijî rejîma îşkenceyê ya li Îmraliyê û li dijî qirkirina Kurdan raweste.
 
Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî siyasetên rejîma Tirk şermezar dikin. Heya agahiyek ji Rêber Apo bê wergirtin em çalakiyên xwe bidomînin.”
 
Piştre helbest û stran ji aliyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehba ve hatin pêşkêşkirin.