Ber bi hilbijartinên herêmî yên 2024’an ve

  • 09:09 20 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - DEM Partî ji bo bi awayekî xurt biçe hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de seranserê sala 2023’yan komxebat û konferans pêk anî û peyama wê nûneriya jinan mezin bikin û tişên aydê gel radestê gel bikin dan.
 
Jinan di her demê de li dijî pergala serdest ya mêr têkoşîna xwe meşandin û rêxistinbûna xwe mezin kirin, li dijî êrişan destkeftî mezin kirin. Jinên Kurd di siyasetê de, hêza guherînê ya di rêveberiyên herêmî de bi paratîk û destkeftiyan nîşan dan. Jinên Kurd ber bi hilbijartinên herêmî ve carek din ji bo şaredarî û destkeftiyên hatine xespkirin bigirin têkoşînê mezin dikin.
 
Bi dehan şaredarî hatin xespkirin
 
Desthilatdariyê polîtîkayên qeyûman piştî hilbijartinên 2019’an jî berdewam kir. Di encama van polîtîkayan de ji 65 şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31’ê Adara 2019’an de girtibûn tenê 6 şaredarî man. Tevî qeyûman Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk û HDP’ê piştî hilbijartinên giştî desrt bi civînên gel kir û piştre biryar girtin ku bi navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) diçin hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an. Piştî vê bi pêşengiya jinan di çarçoveya xebatan de gelek komxebat û konferans pêk hatin.
 
Komxebat pêk hatin
 
Li aliyekî têkoşîna li dijî qeyûman berdewam dike û li aliyê din jî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê şûnde xebatên ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an dest pê kirin. Meclîsên Jinan yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk di 7-8’ê cotmehê de li Sîlopiya Şirnexê komxebatek pêk anîn. Piştre li Amed, Wan û Mêrdînê civîn hatin organîzekirin.
 
Bi DEM Partî re berdewam dikin
 
Li Enqereyê di 15’ê cotmehê de di kongreya Partiya Çep a Kesk de çun guherîna nav û biryar hat girtin ku bi navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) berdewam bikin. Piştre di 11 û 12’yê mijdarê de li Enqereyê du konferans pêk hatin. Piştre encamname hatin aşkerakirin.
 
Rêveberiyên herêmî yên azadiya jinê esas digirin
 
Di encam nameye de hat diyar kirin ku cih girtina jinan a di rêveberiyên herêmî de herikbariya dîrokê û heman demê de nokteya ku têkoşîna jinê hatiye nîşan dide û ev tişt hat gotin: “Em ê îdiaya xwe ya vakirina Komara Demokratîk bi modela rêveberiyên herêmî ya azadiya jinê esas digire bikin jiyanê. Emê li dijî zîhniyeta yekparêz nîjadperst û netewperest bi pêşengiya jinan hemû jinan û gelan bi rengên wan pêşwazî bikin.”
 
Ji xwe civakê ji bo xwezayê têkoşîn
 
Her wiha di berdewamiya encamnameyê de balkişandin ser gelek mijarên din yên wekê tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, talana xwezayê, polîtîkayên qeyûm û wiha hat bi lêvkirin:
 
“* Desthilatdariya xwe siyaseta dijminwarî heyî dike îro tecrîd kiriye wek rejîmê. Ya ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rake û azadiya wî ya fîzîkî bîne jin e. em bê bi vê biryar û baewriyê tevbigerin. Em ê tecrîdê bişkînin. 
 
* Di koneransa me de carek din hatiye ziman li dijî polîtîkayên şerê taybet ya li hember jin û ciwanan qada herî mezin a têkoşînê rêveberiyên herêmîne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurt bikin jiyanê. Em ê rê û rêbazên vê bihev re bixivin. Em ê bi meclîsên jin û ciwanan re bi hv re tevbigerin. Tax bi tax gund bi gund xebatan bimeşînin. Em ê van polîtîkayên qirêj teşhîr bikin.
 
* Di têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi destê qeyûm tên meşandin, de em dizanin ku hêza pêşeng jin in. Zimanê dayikê maf e û heta dawî em ê biparêzin. Em ê paradîgma  ku pir zimaniyê esas digire bikin jiyanê. Em ê heta dawiyê saziyên xwe biparêzin. Em ê saziyên girêdayê şaredariyê ji nû ve vebikin.
 
* Bi siyaseta rang û talanê xweza me, gol, dar, daristan, çemên me hatine talankirin û qadeke ku em lê hilma xwe bigirin nehiştine. Em ê li dijî van êrişên li hember xweza û qad ajiyana me bajarên dostên jinan bi hev re ava bikin. Em ê dar û daristanên xwe biparêzin. Em ê bi paradîgma ekolojîk qadê jiyanê ji nûve ava bikin."
 
Nirxandina hilbijartinên 2023’yan hat kirin
 
Di konferansa Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ya di 12’yê Mijdarê de bi dirûşmeya "Bi civaka azad berbi rêvebreiyên demokratîk ya civaka rêxistinkirî" pêk hat de nirxandina hilbijartinên giştî û serokomariyê yên di 2023’yan de hatine kirin hatin nirxandin.
 
Li ser nûneriya wekhev hat sekinandin
 
Di encamnameya konferansê de balkişandin ser pergala hevseroaktiyê û hat diyar kirin ku li dijî nîqaşkirina pergalê wê şûnde gavê navêjin û wiha hat gotin: “Pêvajoya namzetiyê jî têde hedefa me ya esas ev e ku em pergala hevserokatî, nûneriya wekhev û pergala fermuarê pêk bînin. Em ji xeta xwe ya mor tawîz nadin. Em ê di hilbijartinên 2024’an de rola xwe ya dîrokî bilîzin. Em ê bi hilbijartinên 2024’an re derbasî astek nû bibin û bi demokrasiya herêmî rêveberiyên demokratîk li Tirkiyeyê belav bikin.
 
Serlêdanên bernamzetiyê hatin girtin
 
Piştî konferansê hatin kirin DEM Partiyê bi daxuyaniya ku da diyar kir ku serlêdanên bernamzetiyê girtine û hat gotin ku wê serlêdan  piştî 20’ê Kanûnê bidawî bibin û bi rêveberiya lihevkirina bajar re namzetên teqez diyar bikin. Namzet dîsa bi pergala nûneriya wekhev û pergala fermuarê bên diyarkirin.