'Em ê bajaran ji nû ve ava bikin'

  • 09:02 20 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Pelşin Çetinkaya
 
RIHA - Serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo hilbijartinên herêmî didomin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Garip Yeşil, da zanîn ew bi awayekî bi xwe bawer ber bi hilbijartinan ve diherin û gotin ew ê bajaran ji nû ve ava bikin. 
 
Xebatên hilbijartinên herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yên wê di 31'ê Adara 2024'an de bê lidarxistin li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de serlêdanên bernamzetiyê didomin. Wê serhlêdan heta 25'ê Kanûnê dewam bikin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Garip Yeşil û Hevberdevka Komîsyona Serlêdanan Gulfehime Binici derbarê serlêdanan de axivîn. 
 
'Em ê tu carî ji gel nev qut bin'
 
Garipê da zanîn ew bi awayekî ji xwe bawer ber bi hilbijartinan ve diçin û wiha got:"Em ê şaredariyên di 2019'an de îktidarê qeyûm tayin kirê û îradeya gel pê xesp kirin, ji nû de bigirin. Ew ê şaredarî bibin malên gel. Em ê şaredariyan li gor îrade û xwestekên gel bi rê ve bibin. Em ê tu carî ji gel ne qut bin. Ew ê rêbaz û perspektîfên me li gor gel bin."
 
'Li dijî van polîtîkayana çareserî DEM Partî ye'
 
Garipê diyar kir ku îktidar 25 sal in polîtîkayên nelirêtî, talan, qirkirin, tundiya li ser jinan, girtina jinan a di malê de dimeşîne û wiha lê zêde kir: "Li dijî van polîtîkayana çareserî DEM Partî ye. Riha bi kurd, ereb û tirkan yek e. Ji bo ev gelan bi hev re bijîn û bi hev re bajarê xwe bi rê ve bibin divê em hewl bidin. Divê gelê me di vî warî de piştgiriyê bide me."
 
'Şaredarî malên me ne'
 
Garipê banga xwedîderketina li şaredariyan kir û wiha domand:"Werin em li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Em şaredariyên xwe bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin. Şaredarî malên me ne. Qada hevdîtina jinan e. Li dijî tunehesibandina jinan em di bin banê DEM Partiyê bên gel hevdu. Ew ê jin bi hev re bi ser bikevin."
 
'Gelê me bi biryar e ku li îradeya xwe xwedî derkeve'
 
Hevberdevka Komîsyona Serlêdanan Gulfehime Binici jî da zanîn serlêdanên bernamzetiyê heta 25'ê Kanûn dewam dike. Serlêdana bernamzetiyê her roj zêde dibe. Gelê me bi biryar e ku li îradeya xwe xwedî derkeve. Gelê me qeyûman naxwaze. Li dijî texrîbatên qeyûman gelê me wê di hilbijartinan de bi awayekî xurt cihê xwe bigire."
 
Gulfehimeyê da zanîn ew hêvî dikin ku her kes li îradeya xwe xwedî derkevin û got:"Em li hêviyê ne herkes bi coşeke mezin serlêdana bernamzetiyê bikin."