Li Erdîşê mirina biguman a jinekê

  • 20:48 19 Kanûn 2023
  • Rojane
WAN - Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Salîha Surek li kolanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Salîha Surek li taxa ku lê rudinişt li kolanê bi guman jiyana xwe ji dest da. Cîranên Salîhayê ku cenaze li kolanê dîtin agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê. Cenaze ji bo otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê ya Wanê.
 
Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê mirina biguman de lêpirsîn da destpêkirin.