Koordînasyona Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

  • 19:56 19 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jin a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de hate gotin ew di pêkanîna azadî û gihandina civakeke ekolojîk-exlaqî de dewam dikin.
 
Di civînê de nûnerên komîte, nivîsgeh, nûnerên komîteyên çandê, hundirîn û komîteya enerjî û çavdêriyê, Nivîsgeha Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.Civîn ji alî Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî ve hate destpêkirin.
 
Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Sewre El Sehel  perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend û wiha hate gotin: "Rêveçûna jina azad hîna ya herî rewa ye û divê li bandora wê ya li ser jiyan û aştiyê bê nêrîn. Jina azad ji bo min bê hempa ye û jinên azad dikarin biryarên xwe bi xwe bidin. Fikirandina di vê yekê de mijareke coşê di mirov de çêdike."
 
Dûre serokatiya Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê Welaa El Nacî rewşa siyasî xwend û di raporê de balkişandin ser rewşa Abdullah Ocalan û hate gotin fikrên Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne, pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ′ di pêvajoyên herî pêş de ye.
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û bi encamnameyê bi dawî bû.