Ji bo girtî Sudan Guven teşhîsa pençeşêrê!

  • 17:24 19 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Li Sudan Guven ya li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtiye û tevî cezayê wê qedyaye, nayê tahliyekirin, tespîta gumana pençeşêrê hat danîn.
 
Sudan Guven ya li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ya Antalyayê girtiye, tevî cezayê qedyaye bi biryara Lijneya Şopandin û Îdarî tahliyeya wê sê caran hat astengkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin teşhîsa guman pençeşêrê li Sudan Guven hatiye danîn.
Rewşa wê xerab dibe 
 
Sudan ku rewşa wê her diçe xera dibe di hevdîtina telefonê de ya bi malbata xwe re der barê rewşa tenduristiya xwe de agahî da. Sudan ku ji ber nîşaneya kus ê birîn di bin pêsîra wê de derketiye çû doktor, biyopsi hat kirin û hefteya borî doktorê revîrê encama biyopsiyê girt û agahiya ku teşhîsa ‘gumana pençeşêrê heye’  da. Li ser vê derman dan Sudanê û rojê du caran dermanên kortîzon digire. Piştî hefteyekê birîn xerab bûn Sudanê ji nûve serî li doktor da û doktor biryar da ku ji nûve biyopsi bê kirin û doza dermanan ku rojê du car bû  derxistin sê caran.
 
Malbata wê serî li Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da û daxwaz kir ku der barê rewşa Sudanê de hewldan bên kirin û banga hestiyariyê kir.