Li Stenbolê Nobeta Edaletê bi serdanan didome

  • 16:05 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Stenbolê hatî destpêkirin bi serdanan didome. 
 
33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê 23 roj in berdewam dike. 
 
Li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê jî ji bo tevlîbûna pêngavê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) de li avahiya  Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Bagcilara Stenbolê pêk tê. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin.
 
Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt û Zeytînburnu serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de li ser girîngiya Nobeta Edaletê hat sekinan din û banga piştevaniyê hat kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.