Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 15’an de didome!

  • 14:10 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin diroja 15’an de bi serdana berdewam dike. Di serdanê de Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gonul Uzunay axivî û bang li Wezîrê Dadê kir ku bila peywira xwe û daxwaza girtiyan bi cih bîne.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 15’an de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de berdewam dike. Îro jî taxên Yenî Mahalle û Bostanîçî yên navçeya Rêya Armûşê, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), PartiyaWekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navenda Wanê serdana çalakiyê kirin.
 
‘Jinên kurd tu carî serî netewandin’
 
Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay axivî. Gonulê, anî ziman ku jin û bi taybetî dayîkên laçik spî bûne pêşengên vê pêvajoyê. Gonulê, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Taybetî ev 25 sal in Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Wekî ku me got ev tecrîd ne bi tenê li ser Birêz Ocalan e,  li ser tevahî gelan, jin, zarok, xweza û siyaseta demokratîk tecrîdek giran heye. Bi tayebetî piştî 2016’an bi îlakirina OHAL’ê re pêkanînên giran hatin meşandin. Saziyên demokratîk nikarin çalakiyan pêk bînin. Ev yek jî parçeyek tecrîdê ye. Gelê kurd, jin û ciwanên kurd tu carî li hember vê tecrîdê serî netewandin. Gelek siyasetmedarên me ji ber doza Kobanê hatine girtin. Gulten Kişanak û Sabahat Tuncel û gelek jin di hindir de li ber xwe didin û dev ji têkoşîna xwe bernedane. Ev têkoşîn dê her tim berdewam bike. Ji ber vê yekê ev çalakî gelek girîng e.”
 
‘Wezîrê Dadê bila peywira xwe pêk bîne’
 
Gonul, destnîşanî Wezîrê Dadê kir ku peywira xwe pêk nayîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku bila dengê azadiyê bibihîze. Bila li gor navê xwe tevbigere û daxwaza azadiyê pêk bîne. Bila hiqûqa xwe ya navxweyî û peymanên ku îmze kirine pêk bînin. Wek siyasetmedar em bang dikin ku edaletê û demokrasiyê pêk bînin. Ji ber vê yekê bila hemû kes xwedî li van çalakiyan derbikeve.”  
 
'Bêdeng nemînin'
 
Rêvebira TUHAY-Der’ê ya Wanê Sosin Oktay jî bi lêv kir ku zarokên wan di nava çar dîwaran de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û bang kir ku bila tu kes li hember vê çalakiyê bêng nemîne.
 
Çakiyê bi serdanan, stranên hatin gotin û dirûşma “Bijî Berxwedaza Zindanan” berdewam kir.