Rêya têkoşînê ya sala 2023’yan bû ‘Dem dema jin jiyan azadî ye’

  • 09:05 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd di tevahiya salê de bi pêşengiya TJA'yê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi "Dem dema jin jiyan azadiyê" û bi "Jin jiyan azadî" re piştevanî û têkoşîna xwe mezin kirin. 
 
Ji dawiya sala 2023'yan re tenê çend roj mane. Di tevahiya sala derbasbûyî de jinan daxwazên xwe yên azadiyê di hemû qadên jiyanê de anîn ziman û tevî hemû zextên desthilatdariyê jî ji bo parastina destkeftiyên xwe paşve gav neavêt. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan dan ku ew ê dest ji azadiya xwe bernedin, "Dema jin jiyan azadî ye" piştevaniya xwe mezin kirin.
 
Endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê parêzer Suzan Akîpa ya TJA’yî Suzan Akîpa sala 2023'yan nirxand. 
 
‘Têkoşîn bi biryar hat meşandin’
 
Suzan da zanîn ku wek jinên kurd bi daxwaza ku "Sala nû bibe sala serkeftin û azadiyê" û polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî bibe, têkoşîn bilind kirine û hatine dawiya sala 2023’yan. Suzanê geşedanên sala 2023’yan nirxan dû got: “Em biçin meha Çile. Meha çile ji bo jinên kurd wateyek wê ya cuda heye. Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîs a Fransayê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez di encama suîkastê de hatin qetiklirin. Dîsa di Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilirin. Ev êrîş li hember nasnameya Jinên Kurd bûn. Di dawiya rojên 2022’yan de nêzî salvegera komkujiya Parîsê Evîn Goyî li Parîsê hat qetilkirin. Dîsa Nahîgan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Ev êrişên faşîst li hember hebûn jinan bû. Ev êrişên sistematik yên serdestiya mêr ya li hember jinane. Mîrabelên li Komara Domînîk û Sakîne û Sêvêyên li Kurdistanê vê nîşan didin. Meha Çile ji ber vê di dîroka têkoşîna jinên kurd de cihekî girîng digire. Em bi vê baweriyê ketin 2023’yan û me berxwedana xwe bi biryar meşand.”
 
‘Li herêma erdhejê jin, ciwan mirov terkî mirinê kirin’
 
Suzanê balkişand ser erdheja di 2023’yan de pêk hatiye û bandorek mezin kiriye û ev nirxandin kir: “Karasetek mezin bû. Bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir. 10 bajar bi bandor bûn. Bi sedhezaran kes mirin. Winda û birîndar bi sedhezaran bûn. Li gorî me divê encama tu karasetê ne wisa bûna. Ji ber dikaribû pêşî lê bihata girtin. Jin, ciwan, mirov terkî mirinê hatin kirin. Navê vê komkujiye. Karaset bixwe desthilatdarî û dewlete. Jin vê dizanin. Em jinên kurd jî vê dizanin. Em polîkayên rant û newekheviyê dijîn. Ji roja ewil de yên birîn kewandin, yên hesab ji deshtilatdariyê pirsîn jin bûn. Jinan pêşengî kir û piştevaniyek mezin a civakî çêbû. TJA’yê ji saeta ewil ya erdhejê ket bi xebatek kolektîf û dildar kir. Banga piştevaniyê kir. Tevî şertên giran yên zivistanê hewcedariyên gel peyda kirin. Xurek û cil peyda kirin. Bi bo bexşkirina xwînê, xurekan numare hatin parvekirin. Vexwendiyê sazî û avahiyên HDP’ê kirin.”
 
‘Jinên kurd ji roja ewil de bi rihê seferberiyê xebitîn’
 
Suzanê bi lêv kir ku navendên kordînasyona krîzê hatine avakirin û banga piştevaniyê li ciwan, jin, saziyên jinan, jinên Tirkiyeyê û femînîsan hatiye kirin  û wiha domand: “Jinên Kurd ji roja ewil de bi rihê seferberiyê xebitîn. Jinan li gundan taxan li her derê ku erdhej lê bi bandor bû pêşengî kirin. Ji bo zarokan xebatên çand û hunerê dan destpêkirin. Jinan ji bo avakirina jiyaneke nû  hêza xwe di pêvajoya erdhejê de carke din nîşan da. TJA’yê 8’ê Adara 2023’yan de di pêvajoyeke wisa giran de bi gihê berxwedanê pêşwazî kir. Belkî bi kêf û coş derbas nebû lê soza avakirina jiyanek nû hat dayîn. Jinên kurd bi wesîleya 8’ê Adarê carek din hatin gel hev û mezinkirina piştevaniyê hedef kirin. Bi dirûşmeya ‘Dem dema jin jiyan azadiyê ye’  xebatên 8’ê Adarê hatin meşandin. Li bajarên erdhej pêk hat kon hatin vedan, ji bo jinan alavên hîjyenê ped hatin belavkirin. Bi ‘Tirên Mor’ bersiveke mezin a rêxistinî û hepvar ji bo nûnerên desthilatdariyê hat dayîn.”
 
‘Di 20 salên dawî de êriş gihiştin astek cuda’
 
Suzanê yek ji rojevên din ya girîng ya sala 2023’an hilbijartinên giştî û serokomariyê jî bibîr xist û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di pêvajoya 20 salî ya AKP-MHP’ê de êriş gihiştin astek cuda. Di vê demê de her roj jin hatin qeitlkirin, destdirêjî tundî hat girakirin. Jin hepsê malê hatin kirin. Jin hatin girtin, sûcên li dijî jinan bê ceza hatin hiştin. Gumabarên jinan hatin xelatkirin û mafê jinan hat xespkirin.Dîsa div ê pêvajoyê de pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd hat girtin. Jinên kurd û Tirk pêvajoyek wisa de çûn hilbijartinan. Em jinên kurd bawer dikin ku wê siyaseta demokrtîk bê xurtkirin û civakek azad bê avakirin. Ev jî di xeta azadiya jinê ekolojîk û demokratîk de pêkane. Çareseriya krîzên civakî bi bi siyaseta azadiya jinê pêkane. Modela nûneriya wekhev û hevserokatiyê; divê pergala serdest ya mêr de bû şîfreya jiyana nû. Di vê çarçoveyê de di serî de bi jinên  TJA û hemû jinên kurd û jinên Tirkiyeyê ev belgeya helwestê ya hilbijartinê hat parvekirin. Banga yekitiyê hat kirin ku li dora giştînameya jinan a Partiya Çep a Kesk bên gel hev.”
 
‘Ji hemû reng û nasnameyan jin hatin gel hev’
 
 
Suzanê, daxuyand ku di çarçoveya ji her reng, nasnameyî ji taxan, gundan, ser erdan, kargeriyan jin hatin gel hev, civîn hatin kirin di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Bi saziyên jinan re, aktîvîst û saziyên civaka sivîl re nîqaş hatin kirin. ji bo em xwedî li îradeya xwe derkevin rê û rêbaz ji nû ve hatin nîqaşkirin. Me mîtîng û bernameyên xurt yên jinan pêk hatin. Buroyên hilbijaritnê yên jinan hatin vekirin û standên mor hatin vekirin. Bi coş û kelecan hatin pêşwazîkirin. Bi taybet jinên ciwan bi moral û motîvasyonek mezin  di xebatan de cih girtin. Lê bêguman di alî tevgera Jinên Kurd de hilbijartinên 2023’yan ne destpêkek bû ne jî dawî bû. Ji bo jinên Kurd hilbijrtin bi bandora xwe bi encama xwe hinceta têkoşînê bû.”
 
‘Bi Lozanê re ziman û nasnameya me hat parçekirin’
 
Suzanê der barê sedsala Peymana Lozanê de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em li aliyekî di pêvajoyeke ku wek sedsala jinan tê venasîn de derbas dibin li aliyê din jî  em di sedsala peyamana Lozanê de ne. Lozan belgeya damezrîner a komar a Tirkiyeyê ye. Di vê belgeye de Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin û hat binpêkirin.Nasnameya jinê û zimanê me hat parçekirin. Kurdistan li çar parçeyan veqetandin. Pirsgisrêka kurd jî wisa dest pê kir. Bilî Tirk û Suniyan hemû kes tune hatin hesibandin, hatin qirkirin, koçberkirin. Berovajî ‘Aştiyê’ ya peymanê de derbas dibû bû belgeya şer a 100 salî. Polîtîkayên şer her tim li ser bedena jinê tê meşandin. Di hemû şerên cîhanê de bedena jinê wek qada dagirkirinê tê dîtin. Di vê dîroka 100s alî de herî zêde jin û zarokên keç hedef hatin girtin. Ji ber nasnameya kurdbûnê hedef hatin girtin. Ji ber vê jî li dijî êrîşan he rtim jinan xeta têkoşîna xwe hûnandin. Tevgera Jinên Kurd di sedsala Lozanê de bi têkoşîna xwe bersiva herî mezin da.”
 
Komxebata ‘Jin di sedsalê de Lozanê nîqaş dikin’
 
 
Suzanê daxuyan ku TJA ya yek ji kirdeya herî mezin a xeta têkoşînê ye li Amedê  di çarçoveya sernavê ‘Jin di sedsalê de Lozanê nîqaş dikin’ komxebat pêk anîne û wiha anî ziman: “TJA bi hemû jinên ku bi Lozanê re hatin runekirin hatin gel hev. Komxebatê rojekê berdewam kir û nîqaş û pêşendan hatin kirin. Di beşa forumê de jinan diyar kirin ku ew her çiqas bi Lozanê bên tunekirin jî ew li dijî Lozanê heza mezinin û gotin jiyanek azad, wekhev û hevpar bi netewa demokratîk pêkane.”
 
‘Di çarçoveya kampanyayê de perwerde hatin dayîn’
 
Suzanê der barê kampanya TJA’yê ya di sala 2023’yan de bi awayekî xurt hat meşandin de jî nirxandin kir û wiha pê de çû: “ Di çarçoveya kampanyayê de em li her bajar, navçe, tax û kolanî bi jinan re hatin gel hev û me di bin ser navê ‘Têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê’ xebatên perwerdê meşand. Li ser têkoşîna zayendî, hezkirina zayend û nasnameya zayendî ji bo jinan atolyeyên perwerdê pêk hatin. Dîsa atolyeyên ku jin û mêr tevli bûn pêk hatin. Li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî zayendperstî û mêrtiyê nîqaş hatin meşandin. Li dijî êrişan nîqaşên bilindkirina têkoşîna hevpar hatin meşandin. Der barê ku li dijî polîtîkayên şer têkoşînek çawa bê meşandin de nîqaş hatin kirin. Bêguman dîsa yek ji rojeva me ya herî sereke tecrîda giran ya li Îmraliyê bû. Di perwerdehiyan de em ev nîqaş kirin û li dijî vê biryara têkoşînê hat girtin. Ligel vê me li Êlihê panela ziman-tecrîdê pêk anî. Di 25’ê Mijdarê de me xebatên xwe di vê çarçoveyê de meşandin.”
 
Tecrûbeyên jinên kurd...
 
Suzanê der barê sala nû de jî nêrînên xwe vegot û perspektîfa ku wê jinên Kurd pê dikevin sala nû nirxand: “Di mijara polîtîkayên rêveberiyên herêmî de tecrubeyeke mezin a bi salan a tevgera jinên kurd heye. Di dîrokê de yekem e modela hevserokatiyê. Di hilbijartinên pêş de wê jinên kurd xwedî li vê destkeftiyê derketin û ji bo hîn bêtir pêş de bibin wê têbikoşin. Ji bo qeyûm biçin û şaredariya jinê pêş bixe em ê têbikoşin û hedefa me ev e ku polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên azadiya jinê bikevin jiyanê.