'Em amade ne ku bajarê xwe bi xwe birêve bibin'

  • 09:04 19 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin
 
WAN - Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Oznûr Evîn, têkildarî hilbijartinên 2024’an de axivî û da zanîn ku ji bo rêveberiyên herêmî plan û projeyên nû yên ji bo jin û ciwanan hatine amadekirin û got: “Çi dibe bila bibe, em amade ne ku bajarê xwe bi xwe birêvebibin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî ya 2024’an re ku demek kurt ma, xebatên ji bo hilbijartinê jî dest pê kirin. Ligel vê yekê jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) beriya ku navê xwe biguherîne bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi rêveberiyên xwecihî yên azad ve!” di 12’yê Mijdarê de li Enqereyê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmên Demokratîk pêk anî bû. Di konferansê de jinan li ser pirsên “Jin şaredariyek çawa dixwazin” nîqaş hatin kirin.
 
Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Oznûr Evîn derbarê pergala hevserokatî û di hilbijartinên herêmî ya 2024’an de çi dane pêşiya xwe axivî.  
 
‘Ji bo wekheviyê pergala hevserokatî hat avakirin’
 
Oznûr, anî ziman ku di qada rêvebiriyên xwecihî de temsîliyeta jinê bi du sê jinan dest pê kiriye û ji bo ku ew di qada jinê de zêdetir pêş bikevin ji pergala serokatiyê derbasî pergala hevserokatiyê bûne. Oznûr, bi lêv kir ku wan hewl daye ku bi pergala hevserokatiyê temlîsiyata wekhev pêk bînin û wiha got: “Qada jinê ya ku bi du sê serokatiyên jinan hatibû avakirin, bi demê re veguherî pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Di vê çarçoveyê de pergala yekemîn a hevserokatiyê di sala 2014’an de li şaredariyan dest pê kir. Ji bo avakirina bingehê hinek dem girt. Di mijara pergala hevserokatiyê modeleke çawaye de hinek pirsgirêk hatin jiyîn. Lê belê ev pergal bi demê re ji aliyê gel ve hat qebûlkirin. Me dît ku nûnertiya jin û mêr bi hev re gelek pirsgirêkan çareser dike."
 
Pergala hevserokatiyê û xeta binefşî  
 
Oznûr, destnîşan kir ku bi vê yekê re wan biryar daye ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de jî dîsa bi pergala hevserokatiyê berdewam bikin û wiha domand: “Me pergala hevserokatiyê weke xeta xwe ya binefşî diyar kir. Me bi biryara ku jin hîn bêhtir bi hêz bikin û li ser esasê temsîliyeta wekhev di hemû qadan de bixebitin, me rêya xwe domand. Me pergala fermûarê sepand. Me di meclîsên şaredariyan de jî pergala fermûarê pêk anî da ku jin xwedî mafên wekhev bin. Bi rastî jî di raya giştî de bû sedema bertekeke pir baş. Derket holê ku jinên ku bi tevahî hatine kedîkirin û wekî jinên malê hatine binavkirin, di warê şaredariyê de dikarin karên pir baş bikin. Yek ji qadên yekem ên ku bi tayînkirina qeyûman ewil zirar dît, qadên jinan bûn. Jinan ji bo xwe qad û midûriyetên jinan ku avakiribûn hedef hatin girtin. Dema ku em li vê yekê dinêrin, tê fêmkirin ku temsîliyeta wekhev û keda jinan a di şaredariyê de, aliyekî nexwestî yê pergala baviksalar e.”
 
‘Pergala hevserokatiyê hedef hat girtin’
 
Oznûr, diyar kir pergala hevserokatiyê bi tayînkirina qeyûman a yekemîn hate hedefgirtin û da zanîn ku ji hevserokên ku hatin girtin û binçavkirin re yekemîn pirsa pergala hevserokatiyê hatiye kirin. Oznûr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me dît ku sedema sereke ya tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê ye. Tiştê ku tê kirin ji bo bi tevahî bingehê fîgura jinê ku mêr di bin zihniyeta mêr de weke bindest pênase dike, tê kirin. Di feraseta şaredariyê de keda jinan bi tevahî cuda bû. Di navbera feraseta şaredariya ku ji aliyê jinan ve hatiye afirandin û feraseta şaredariya ku ji aliyê zihniyeta mêran ve hatiye afirandin de cudahî hebûn. Bi van ber çavan re perspektîfa jinê karîbû fehm bike ku şaredarî çawa ye ku bi rastî li gorî xwestekên civakê ava bûye û di van waran de xebat hatin kirin. Ji ber ku jinên ku li malên xwe asê mane û ber bi qadên cuda ve hatine arastekirin, di nava civakê de bûne xwediyê pozîsyona fermandariyê û ev yek bi xwe re vexwendname ji bo qeyûman çêkir. Di vê çarçoveyê de êrişên yekem bi êrişên li ser destkeftiyên jinan dest pê kir. Girtina midûriyetên jinan, girtina navendên şêwirmendiyê yên jinan an jî ji midûriyên jinan re tayînkirina mêran mînakên taybet ên van in.”
 
Tecrît û polîtîkayên şerê taybet
 
Oznûr, bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerê taybet ku Kurdistanê tên şemandin û got tecrît sûcê mirovahiyê ye. Oznûr, da xuyakirn ku bi hincetên qanûnî ne pêkan e ku mirov hevdîtina kesekî qedexe bike yan jî bêdeng bike û wiha pê de çû: “Mafê her kesî heye ku bi malbata xwe an jî parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Ev mafekî qanûnî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku tecrît sûcê mirovahiyê ye û em ê di vê çarçoveyê de xebatên xwe bimeşînin."
 
Ji bo jin û ciwanan polîtîkayên taybet
 
Oznur, wiha behsa polîtîkayên şerê taybet a li hemberî jinê kir: "Di heman demê de polîtîkayên şerê taybet ên bi tecrîdê re rû didin hene. Piraniya van polîtîkayan polîtîkayên li ser jinan tên meşandin in. Di vê çarçoveyê de jinan dixin nava tora fuhuşê, di heman demê de bikaranîna tiryakê zêde bûye û jin di warê aborî de di rewşeke lawaz de ne. Em ê li dijî vê yekê polîtîkayan cuda li pêş bixin. Şaredarî di heman demê de saziyek e ku dikare di qadên demokratîk de bi pergalek bi kêrî civakê xebatan bimeşîne. Lewma em ê ji bo jin û ciwanan zêdetir polîtîka biafirînin. Aliyê bingehîn ê van polîtîkayan wê li dijî polîtîkayên şerê taybet û tiryakê bin."
 
‘Em ê projeyên nû jî amade bikin’
 
Oznûr, bal kişand ser hilbijartinên herêmî ya 2024’an û got ku şaredariyên ku ew bi dest dixin bi qeyûman ji destên wan tên girtin. Oznûr, anî ziman ku ew ê li dijî vê yekê rêyên di destên xwe de çawa bikaribin bigirin dane pêşiya xwe û got: “Em ê dilsozê dengên gel bin û li ser xebatên xwe bisekinin. Rastiyek bi vî rengî heye ku em jî dizanin ku em bi gefên qeyûman re rû bi rû ne. Bi qeyûman ew ê nikaribin me ji rêya me vegerînin. Rojekî be jî em ê xwedî li mafê dengê gel derbikevin û xebatên xwe li qadên xwe bimeşînin. Em partiyekî ku feraseta şaredariyek gel diparêzin in. Di vê çarçoveyê de em bi plan û bernameyeke ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin û tê de em ê bi şêwazeke şaredariyê ya zelal, gelparêz û demokratîk xebatên xwe bidomînin. Em hewl didin ku li ser kîjan xizmetê pêşkêşî gel bikin projeyan çêkin. Jixwe projeyên me hene û em li ser zêdekirina projeyên nû difikirin. Tişta ku em ê di vî warî de herî zêde li ser bisekinin dê projeyên me yên jin û ciwanan bin. Ji ber ku pirsgirêka bêkariya ciwanan heye. Her wiha qadên ku ciwan bi polîtîkayên şerê taybet tên meşandin hene. Di van waran de em dikarin çi bikin û em ê çi rêyê xêz bikin pir girîng e."
 
Oznur wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin ku em ê di vî warî de xebatên xwe yên şaredariyê bimeşînin. Çi dibe bila bibe, em amade ne ku bajarê xwe bi xwe birêvebibin. Em ê hemû bi hev re li şaredariyê xebatên xwe bimeşînin.”