ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 19 Kanûn 2023
  • Rojev
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  di pirtûka xwe ya ‘Şaristaniya kapîtalîst- Xwedayên Bêrûpûş û Qralên Tazî’ de dema kapîtalîzmê dinirxîne hişê azad yê di şexsê wî de pêş ketiye derdixe holê. DOSYA 
 
*Jinên kurd di tevahiya salê de bi pêşengiya TJA'yê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi "Dem dema jin jiyan azadiyê" û bi "Jin jiyan azadî" re piştevanî û têkoşîna xwe mezin kirin. PANORAMA 
 
*Endama Lijneya Navenda Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Oznûr Evîn, têkildarî hilbijartinên 2024’an de axivî û da zanîn ku ji bo rêveberiyên herêmî plan û projeyên nû yên ji bo jin û ciwanan hatine amadekirin û got: “Çi dibe bila bibe, em amade ne ku bajarê xwe bi xwe birêvebibin.” BI DÎMEN 
 
*LiAmedê jî weke li gelek bajaran piştî greva birçîbûnê ya li girtîgehan Nobeda Edaletê hat destpêkirin, jinan banga tevlîbûna çalakiyê kirin û gotin, "Bila daxwaz bên bichanîn." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo, têkildarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hatiye destpêkirin, nirxandin kir. Ceylanê got:"Li dijî bêçareseriyê divê mûxatabek hebe. Mûxatap Birêz Ocalan e. "  DÎMEN HEYE
 
* 6 jinên girtî yên di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, ji rêxistinên civakî yên sivîl re nameya ku şandin de destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nebînin û banga rolek aktîv bilêyzin kirin.