Meclisa Ciwanên DEM Partiyê piştgirî da grevên birçîbûnê

  • 19:43 18 Kanûn 2023
  • Rojane
ÊLIH - Meclisa Ciwanên Êlihê ya DEM Partiyê bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê pankartên bi nivîsa “Li dijî tecrîdê berxwedan didome, deng bidin grevên birçîbûnê” û “Li ber têkoşîna zindanan bêdeng nemînin” daliqandi.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin, kete roja 22’yan.
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê pankart li avahiyên partiyê daliqand. Li avahiyê pankartên "Li dijî tecrîdê berxwedan berdewam dike, deng bidin grevên birçîbûnê " û "Liber têkoşîna zindanan bê deng nemînin" hatin daliqandin.