Jinan cenazeyê Fener Gunana ku jiyana xwe ji dest dabû hilgirtin

  • 19:31 18 Kanûn 2023
  • Rojane
SÊRT - Endama Înîsiyatîfa Hevgirtina Girtîgehan û Aktîvîsta TJA'yê Fener Gunana di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fener li Sêrtê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
 
Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêvebera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Fener Gunana duh li Stenbolê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Fener ê ku wecîbeyên olî li Stenbolê bi cih anîn îro anîn gundê Gayina navçeya Xana Hawêl a Sêrtê. TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DEM Partî, DBP’ê ya  Sêrtê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.
 
Cenazeyê Fener li ser milên jinan anîn goristanê û spartin axê.