Li Edene û Mêrsînê Nobeda Edaletê

  • 16:11 18 Kanûn 2023
  • Rojane
EDENE/MÊRSÎN - Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo piştevaniya bi çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê di pêşengiya (TUAY-DER) de li Edene û Mêrsînê dan destpêkirin di roja 15'an de ye. 
 
Nobeda Edaletê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) di roja 15'an de ye. Çalakî li avahiya TUAY-DER a Çûkûrovayê pêk tê û di serî de Dayikên Aştiyê nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn. 
 
Yek ji Daykka girtiyan Zelîha Kaya li nobedê axivî û got, "Beriya ku jiyana girtiyan bikeve xeter em dixwazin çalakiya wan bi encam bibe. Bila dayik dest bidin hev û bi me re rûnên. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. 15 roj in em li vir rûdinên. Em piştgiriyê didin zarokên xwe yên li girtîgehan ku encamekê bi dest bixin."
 
Çalakiyê bi serdanan dewam kir.
 
Edene
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesên li herêmê piştgirî dan çalakiyê.
 
Çalakiya malbatan bi serdanan didome.