Li Stenbolê 6 roj in Nobeta Edaletê didome

  • 16:03 18 Kanûn 2023
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Stenbolê 6 roj in bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike û di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên giriyan jî di vê çarçoveyê de li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî kampanyayê bûn. 
 
Li Stenbolê jî ku yek ji navendên vê nobedê ye di peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê(MATUHAYDER) de li avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Bagcilara Stenbolê ye çalakiya Nobeda Edaletê hat kirin. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin. Çalakî di roja 6'an de berdewam dike. 
 
Dayikên ku tevlî çalakiyê bûn bi dirûşm û tilîliyan hatin salona çalakiyê. Dayik wekî her tim daxwaza xwe ya pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman. Îro nûrenên Rêxistina DEM Partî ya Esenlerê serdana çalakiyê kirin. Di serdanê de da zanîn ku dê piştevaniya çalakiya girtiyan û xizmên girtiyan bikin. 
 
Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demir, axivî û diyar kir ku her roja ku derbas dibe piştevaniya ji bo çalakiyê zêdetir dibe û got: "Divê welatparêz û gel xwedî li kampanyayê derkeve. Em ê her tim li cem malbatan bin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" didome.