Nobeda Edaletê dir roja 15'an de ye

  • 16:02 18 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan di pêşeniya TUAY-DER'ê de dabûn destpêkirin di roja 15'an de bi tevlibûneke girseyî dewam dike.
 
Nobeda Edaletê ya li Amedê ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan(TUAY-DER) û xizmên girtiyan hate destpêkirin li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Rezana Amedê dewam dike. Çalakî di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û şêniyên herêmê piştgiriyê didin çalakgeran.
 
Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes bi rengekî xurt xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.