Dermanê dîroka wê derbas bûye dan girtiya nexweş

  • 15:30 18 Kanûn 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji bo girtiya bi navê Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê ye dermanê dîroka wê derbas bûye dan.
 
Her roj binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dibin. Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji bo girtiya nexweş a ev 26 sal in girtiye dermanê dîroka wê derbas bûye dan. Ev dermana di 8'ê Kanûnê de hat dayin û Fatmayê 8 rojan bi kar anî. Piştî serê Fatmayê gêj bû û ji hal de ket û nikaribû bimeşiya hat famkirin ku dîroka derman derbas bûye. Fatmayê giliyê vê yekê li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê kir. Her Fatmayê da zanîn ji ber denetimeke derbarê dermanên dîroka wan derbas bûye de nayê kirin wê serî li Wezareta Dadê bide. 
 
Teşhîsa pençeşerê danîn
 
Di 2018'an de ji bo Fatmayê teşhîsa pençeşêrê hat danîn. Di heman mehê de emeliyat bûbû û pêsîrê wê yê çepê girtibûn. Piştre heşt seans kemoterapî û 25 rojan jî radyoterapi dît. Piştî van tedawiyan tedawiya dermanan dest pê kir.