Li Wanê Nobeta Edaletê: Dê bi berxwedanê tecrîd têk biçe

  • 14:58 18 Kanûn 2023
  • Rojane
WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 14’emîn de bi serdanan berdewam dike. Jinan di çalakiyê de bal kişand ser berxwedanê û gotin: "Dê bi berxwedanê tecrîd têk biçe." 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bidirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî diroja 14’emîn de li avahiyaPartiya Heremên Demokratîk (DBP) de berdewam dike. Îro jî rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyên Erdîş û Artemêtan serdana çalakiyê kirin.
 
‘Em ê zincîran bişkînin’
 
Di çalakiyê de Muzeyyen Butun axivî û destnîşan kir ku çalakiya ku hatiye destpêkirin gelek girîng e û wiha got: “Me gelek caran bang kir û em îro carek din bang dikin. Banga me ji hemû rayedarên dewletê û bi taybetî Wezîrê Dadê ye. Wezîr Dadê ji girtiyan berpirsyar e. Em dibêjin demildest vê zilma li ser girtiyan rabikin. Em berxwedana girtiyan slav dikin. Ew ji ber ji têkoşîna girtiyan ditirsin vê zextê li ser wan dikin. Ji ber tirs di dilêwan de heye vê tecrîdê giran dikin. Em ê ew zîncîran bişkînin. Em ê bi çalakî û têkoşîna xwe vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Em vê tecrîdê bi berxwedanê bişkînin’
 
Aslihan Tîmur jî bal kişand li ser zext û zordariyên li ser girtîgehan tên meşandin û bi lêv kir ku 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Aslihan, da zanîn ku li dijî tecrîda giran kirî ew li derve û hindir dest biçalakiyê kirine û wiha anî ziman: “Em bang hemû dayîk û saziyan dikin ku bila tu kes bêdeng nebîne. Em vê tecrîdê bi berxwedanê bişkînin.”
 
‘Em ronahiyê dixwazin’
 
Hanim Varli jî ku ji Enqereyê hatiye piştevaniya nobetê kir, bilêv kir ku ev têkoşîn sed sal in berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne tarîtiyê, ronahiyê dixwazin. Em aştiyê û hiqûqê dixwazin. Berxwedan jiyane.”
 
Rêvebirê Artemêtan Adil Çîçek jî ev tiştan got: “Ew bi tank û topan bi ser me ve bên jî em ji wan natirsin û serî natewînin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Nobet, bi serdanan, gotina stranan û berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. D içalakiyê de carekedin hat gotin ku çareserî li Îmraliyê ye.