Polîsê ji îşkenceya bi kuçikê dihat darizandin beraat kir

  • 14:29 18 Kanûn 2023
  • Hiqûq
AMED - Polîs Serdar Gok ê ku li Amedê bi kûçikê hevjînên hev Menîce û Şeyhmus Yilmaz îşkence kiribû, ji doza ku bi sûcdariya "birîndarkirinê" dihat darizandin, beraat kir.
 
Ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li navçeya Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, di 31’ê gulana 2020’an de operasyon hatibû lidarxistin û polîsan bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtina malan de polîsan deriyê mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz ku hevjînê hev bûn şikandin û bi kûçikan êrişî wan kirin. Polîsê ku kûçikan êrîş bi ser hevjînan û bûye sedema birîndarbûna wan Serdar Gok, ji ber êrişê dihat darizandin. Ji ber sûcê ‘birîndarkirina hesan’ derbarê Serdar Gok de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê doz hatibû vekirin. Di doza zêdetirî du salan dom kir de biryar hate dayîn. 
 
Serdar Gok û parêzerên wî tevli danişînê nebûn, parêzerê malbata Yilmaz Selameddîn Varol di danişînê de amade bû. 
 
Dozger beraet xwest
 
Dozgerê beriya rapora pisporan a ji Fermandariya Navendî ya Perwerdehiya Kûçikan û Hespan a Cendermeyan a Nevşehîrê hatiye xwestin bi daxwaza girtinê mutala dabû, piştî ku di raporê de hate îdiakirin ku kesê kûçik di dest de “bêqûsir” e û kûçik jî “hatiye sorkirin” bi daxwaza beraetê mutala xwe dubare kir. 
 
Parêzerê malbatê Selameddîn Varol ê li dijî mutalayê parastin kir, diyar kir ku bersûc peywîrdarê cemaweriyê ye, amadekirina rapora ya ji aliyê peywîrdarên cemaweriyê ve raporê bifikar dike û anî ziman ku raporê qebûl nakin. Varol, da zanîn ku rapor bi daneyên zanistî nayê amedekirin û bi bîr xist ku rapor li ser beyanên mexdûr û bersûc hatine amadekirin û bi lêv kir ku daneyên têkildarî pêvajoya perwerdehiya kûçikan û bertek fermanan di pêvajoya amadekirina raporê de cih negirtiye. Varol, diyar kir ku tevî muwekîlên wî li mala xwe bûn û tu eleqeya wan bi bûyerê nebû jî bi ser mala wan de hate girtin û rastî êrişa kûçikî hatin. Varol xwest ku bersûc ji sûcê tê sûcdarkirin were cezakirin. 
 
Dadgehê ku piştî parastinan biryara xwe aşkere kir, biryara beraeta polîs Serdar Gok da.