Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporek têkildarî sûcên mirovahiyê, weşand

  • 14:21 18 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera erebî ya Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporeke berfireh têkildarî sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî weşand.
 
Malpera erebî ya Navenda Belgekirina Binpêkirinan îro raporeke berfireh li ser sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê weşand.
 
Li gorî raporê "Dadgeha Ezazê" ya girêdayî komên girêdayî dewleta tirk, bi tawana ku sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye, cezayê 3 salan girtîgeh li welatiyê bi navê Ehmed Qadir Hebeş (45) û dayîna hezar û 500 dolar birî. Ehmed Qadir Hebeş ji gundê Dîkiyê yê navçeya Raco ya Efrînê ye.
 
Di raporê de hate destnîşankirin Hebeş di Gulana 2023'yan de hewl da ji bajarê Ezazê yê dagirkirî derbasî Tirkiyeyê bibe û ji wê dîrokê ve agahî jê qut bûn, piştre diyar bû ku ji aliyê çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên Ezazê ve hatibû girtin.
 
Di raporê de hate diyarkirin ku "Dadgeha Raî" ya girêdayî komên girêdayî dewleta tirk îro cezayê 2 sal girtîgeh û dayîna hezar dolarî li welatiyê bi navê Ebdurehman Kinco yê ji gundê Badîna yê Racoyê birî. Li gorî raporê “Kinco di 19'ê Nîsana 2023'yan de dema diçû Nexweşxaneya Ezazê, bêyî tu sedeman li benda kontrolê ya Şet a ketina bajarê Ezazê hat girtin. Piştî mehekê çeteyên Polîsên leşkerî Ebdurehman Kinco ji girîgeha Ezazê sewqî girtîgeha Raî ya xirab kir û îşkence lê kir, ber îşkenceyê rewşa tenduristiyê ya Ebdurehman xirab bû. Di dawiya Gulana 2023'yan de çeteyên polîsên leşkerî ji bo berdana Ebdurrehman 5 hezar dolar ji malbata wî xist, lê ji ber malbatê nikarî vî miqdarî peyda bike, polîsên leşkerî cezayê 2 salan girtîgeh lê birî.”
 
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan rê nayê dayîn ku kesên hatine girtin parêzeran bigirin.
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku di 15'ê Kanûnê de li bajarê Cindirêsê çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Ebdurehnan Heskê (32) yê ji gundê Meskê yê navçeyê girt û hate gotin Heskê li kafeya li bajarê Cindirêsê ji aliyê çeteyên polîsên leşkerî ve hatiye girtin û sewqî navendeke girtyinê ya li bajar hat kirin. Hate diyarkirin ku malbata Ebdurehnan hewl da xwe bigihîne çeteyan da ku sedema girtina wî bizane, lê hewldan bê encam bû.
 
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, sûcên dermirovî, revandina bi darê zorê û îşkence bê navber dewam dikin.