Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ji bo girtiyan bang kir

  • 14:14 18 Kanûn 2023
  • Hiqûq
AMED - Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li zindanan eşkere kir û got, "Beriya ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, bikevin nava liv û tevgerê."
 
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ku ji Baroya Amedê, Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) pêk tê, rapora xwe ya têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê eşkere kir.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekretera Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Reyhan Gok ve hate xwendin. Reyhan Gok bi bîr xist ku greva birçîbûnê di roja 22'an de ye û diyar kir ku çalakî ji bo raikrina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî demokratîk tê lidarxistin.
 
Reyhan Gok diyar kir ku ji bo dawî li greva birçîbûnê bê anîn, desthilatdariya siyasî û saziyên erkdar gavek neavêtine û got, "Di serî de rûmeta girtiyan, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê, hemû mafên girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ne. Di demeke greva birçîbûnê de qedexeya gengaz a şekir, xwê û vîtamînê ya li girtîgehan, wê helwesteke îşkence û kiryarên xerab be." Reyhan Gok destnîşan kir ku ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne pêwîstiya bingehîn a vîtamînê bê dayin.
 
Reyhan Gok ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Destûra Bingehîn û Qanûna Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ye û xwest, beriya ku pêvajoyeke xetere destpê bike divê desthilatdariya siyasî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih bîne. Reyhan Gok got, "Di rewşeke berevajî de eger encamên neyînî têkildarî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan rû bide wê desthilatdariya siyasî berpirsyar be. Lewma divê Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo bi rengekî azadiyê û mafên bingehîn nêzîkatî li meseleyê bê kirin, di vê çarçoveyê de daxwaz bêne bicihanîn, em bang li Wezareta Edaletê, saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."