Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinan dewam kir

  • 10:57 18 Kanûn 2023
  • Rojane
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojavayê Kurdistanê tevî êrişên dewleta tirk û ambargoya Şamê kar û xebatên jinan dewam kirin. Di sala 2023’yan de jî jinan li kolanan dirûşmên xwe berz kirin û di gelek qadan de çalakiyên xwe li dar xistin.
 
Jinên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi jinên pêkhatiyên din re li dijî polîtîkayên jinan diçewisînin, li dijî êrişên dewleta tirk û ambargoya hukumeta Şamê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û di sala 2023’yan de li qadan gelek çalakî û xebat kirin.
 
Jinên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Şoreşa Rojava re bûn sedema gelek guhertinên erênî yên derbarê jinan û civakê de. Çimkî berî şoreşê jinan ji ber polîtîkayên BAAS’ê nikaribûn li qadan xebatê bikin û bi awayekî azad xwe îfade bikin. Lê belê piştî şoreşê jinan li qadên siyaset, civakî, çand, hüner, dîplomasî û gelek qadên de cihên xwe girtin û dengê xwe bi awayekî hevpar li dijî tundiyê, neheqiyê bilind kirin.
 
Di sala 2023’yan de jî jinên kurd bi jinên ji pêkhateyên din re deng û dirûşmên xwe kirin yek û li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan bûn bersiv. Jinan bi çalakî û xebatên xwe bal kişandin ser rihê yekîtiyê û têkoşîna hevpar.
 
Çile
 
Ji meha ewil a çileyê de êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kir. Lê belê dîsa jî bi pêşengiya jinan gelek çalakî hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyana Konferansa Zanistê ya Yekem a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû. Ev konferans li Wargeha Serdemê ya Şehbayê hat lidarxistin û gelek jin tevlî bûn. Jinan beşên ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin û nîqaş kirin. Her wiha Navenda Lêkolînên Jineolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo pênasekirina zanista Jineolojiyê, gelek dewreyên perwerdeyê vekirin. Di vê çarçoveyê de hem jin hem mêr tevlî dewreyên perwerdeyê bûn.
 
Gelek rêxistinên jinan salvegera Kongra Star a di 15'ê Çileya 2005'an de hat avakirin pîroz kirin. 
 
Sibat
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê 3'yemîn konferansa xwe pêk anî. Di konferansê de biryara mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîdê hatin dayin. Her wiha erdheja ku pêk hat bandora xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Bandoreke mezin li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û li Taxa Şêxmeqsûdê şeş kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji vana du jê zarok bûn. Li heman taxê yek jê zarok 11 kes birîndar bûn. 
 
Her wiha di sala 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin daketin qadan, Jîna Emînî bi bîr anîn û gotin ew ê têkoşîna li dijî pergala desthilatdar û zîhniyeta baviksalar bidomînin.
 
Adar
 
Di çarçoveya 8'ê Adarê Tevgerên Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Platforma Çalakiyên Hevbeş îsal ji bo erdhejzedeyan gotin ew pîrozbahiyê nakin û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" kampanya dan destpêkirin. Li gelek bajaran bi vê munasebetê çalakî hatin lidarxistin. 
 
Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi daxuyaniyê 8'ê Adarê li jinên Efrînê yên berxwedêr û tevahî jinên cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin;" Jina Kurdistanî li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têkoşîna xwe da meşandin û riya Sakîne, Zîlan û Şîlan şopand û ji bo tevahî jinên cîhanê bû pêşeng. Jin di hemû qadan pêşengiyê dike û li gel mêr di çeperên berxwedanê de jî şer dike."
 
Saziyên jinan li ser esasên perwerdekirina jinan û parastina destkeftiyên wan gelek xebat kirin. Desteya Jin a Rêveberiya Xweser bi panelekê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de nîqaş kir. Panel bi biryarên girîng bi dawî bû. Dîsa Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala nû diyar kir. Di heman demê de Koordînasyona Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê panelek li ser pençeşêra memikan li dar xist.
 
Nîsan
 
32 partî û hêz gotin ew piştgiriyê didin deklerasyona Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hat gotin:"Ji bo çareseriya li Sûriyeyê em ji diyalogê bawer dikin." Ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln jî li gelek qadan çalakî hatin lidarxistin. 
 
Her wiha Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku ji perwerde-rêxistinkirinê heta îradebûna jinan a di siyaset, dîplomasî û civakê de gelek kar meşand, di nava sala 2023'yan de hewl da bi yekrêziya jinan a di avakirina demokrasî, wekhevî û azadiyê de, rola jinan derxe pêş.
 
Gulan
 
Di 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Yekîtiyê de li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Hesekê û Şehbayê bi hezaran kes daketin qadan û gotin,"Dem dema azadiyê ye, dem dema tunekirina polîtîkayên kapîtalîst ên keda kedkaran binpê dike."
 
Di heman demê de gelek kar û xebatên derbarê zarok û jinan de hatin kirin. Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê bi dirûşma "Bi mezinkirina zarokan em civakê ava dikin û nifşê pêşerojê diparêzin" Konferansa 1'emîn a Parastina Zarokan li dar xist.
 
Nivîsgeha Jinan a Reqayê ya girêdayî Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê pêşbirkeke hunerî  bi dirûşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî" li Parka Reşîd a li bajarê Reqayê li dar xist. Jinên ciwan tevlî vê pêşbirkê bûn.
 
Hezîran
 
Kantona Efrîn û Şehbayê bi munasebeta Roja Zarokan a Cîhanê li navçeya Fafînê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat gotin divê qeyrana li Sûriyeyê bi dawî bibe û zarok jiyaneke aştiyane bijîn. 
 
Dewleta tirk bi çekên giran gelek caran êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Gelek zarok jî wiha hatin qetilkirin. 
 
Meclîsa Jinên Rêveberiya Xweser li eywana ciwanan a Zanîngeha Reqa Şerq bi sernavê "Ji bo pêşeroja malbateke baş û yekîtiya civakekê" panel li dar xist. Rêxistinên jinên li Tebqa û Dêrazorê li dijî sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê daxuyanî da. Jinan gotin bila cîhan li dijî êrişên li ser zarok û jinan bêdeng nemîne. 
 
32 partî û tevgeran daxuyanî dan
 
Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 partî û tevgeran daxuyanî dan. Li ber Yekîneyên Neteweyî ya li Qamişloyê li ber Komîsertiya Bilind daxuyanî hat dayin û hat gotin divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe. 
 
Tîrmeh
 
Bi munasebeta Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de peyamên parastina destkeftiyên şoreşê hatin dayin. 
 
Komxebata li ser Peymana Lozanê
 
Komxebata jinan a ji aliyê Kongra Star û hevkariya Meclisa Jinan a PYD'ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hat organîzekirin, bi dirûşma "Em bi hêz û hevgirtina jinan, parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin", li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Hesekê hat lidarxistin. Piştî komxebat bi dawî bû jinan encamname parve kirin.
 
Tebax
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî sûcên bi destên dewleta tirk û komên girêdayî wê pêk tên daxuyanî da. Hat gotin ji 2018'an heta niha li Efrînê herî kêm 99 jin hatine qetilkirin û tundiya zayendî li 74 jinan hatiye kirin. 
 
Qamişlo-Yekîtiya Ragihandina Jin-YRJ, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên JIN TV'yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê daxuyanî da. Di êrişan de kedkarê çapemeniyê Necimedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest dabû û Nûçegîhana JIN TV'yê Delila Agît birîndar bûbû. Êrişên Tirkiyeyê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin. 
 
Îlon
 
Li gor rapora rêxistinên mafên mirovan ên li Efrîn-Şehba û herêma Firatê faliyetan didin meşandin di navbera 1'ê çileyê û 2'yê Îlonê de herî kêm 41 zarok hatin qetilkirin 32 zarok birîndar bûn û tundiya zayendî li 4 zarokan hat kirin, 9 zarok hatin girtin, yek pitik 8 zarok hatin revandin. 
 
Bi munasebeta salvegera qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi felsefeya "Jin jiyan azadî" li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Kongra Star çalakî hatin lidarxistin. 
 
Cotmeh
 
Di êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Xalidiyê yê li rojavayê Eyn Îsayê  jina bi navê Emşa Hilal el-Begar jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji bo Sekretera Partiya Siberojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tir ve hat qetilkirin çalakî hatin lidarxistin. 
 
Li ser rola jinan a di şoreşên cîhanê û pêşerojê de panel hat lidarxistin
 
Yekîtiya Jinên Êzidî û Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Xwedawendên azadiyê û têkoşîna li dijî rêjimên dîktator" paneleke diyalogê ya têkildarî rola jinan a di şoreşên cîhanê û pêşerojê de li dar xistin.
 
Gelek mirovên zanistê yên ji welatên cuda sîstema perwerdeyê, pêvajoya şoreşê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. 
 
Mijdar
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û dezgehên jinan bi çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan çalakiyên mîna semîner, panel, meş, daxuyanî û her wekî din li dar xistin. Jinên tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bûn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” qad tije kirin û banga rihê yekîtiyê yên jinan kirin. Her wiha jinan banga xwedîderketina li destkeftiyên jinan kirin.
 
Li gelek bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan, bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga xwedîderketina li şoreşê hat kirin û hat gotin, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li mirovatiyê pîroz be."
 
Piştgiriya ji bo ‘Pêngava Azadiyê’
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebata bi dirûşma “Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî” li hola civînan a MSD'ê ya li Reqayê bi beşdariya 100 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî herêmê, li dar xist. Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê. Her wiha di sala 2023’yan de, jin  gelek caran li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî, derketine qadan û çalakiyên curbecur li dar xistine.
 
Hevseroka Meclîsa Sîvîl a Reqayê ya berê Leyla Mistefa ji ber nexweşiya pê ket di 25'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Kanûn
 
Ji ber li Bûrsayê erdhej pêk hat li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daket qadan û ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin çalakî hatin lidarxistin. 
 
Peymana Civakî hat erêkirin
 
Li Rojava Rêveberiya Xweser, Komîteya Peymana Civakî ya Berfireh di du salên dawî de bi gelên li herêmê û hevparên xwe re civîn li dar xistin. Piştî civînan Peymana Civakî ya ji 134 maddeyan pêk dihat hat erêkirin. 
 
Kongra Star bi jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya
 
Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo gotubêjkirina sûcên destdirêjiya li ser jinan li herêmên dagirkirî, şerê taybet û mijarên din ên siyasî, civînên ku di vê çarçoveyê de li dar dixe, di sala 2023'yan de jî domand. Kongra Star di sala 2023’yan de di warê rêxistinbûyin, hişyarî, perwerde û pêşketina jinan de gelek kar û xebat kir.