Laura Castel: Li dijî tecrîdê bêalîbûn piştgiriya gumanbar e

  • 09:07 18 Kanûn 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamneter a Konseya Ewropayê Laura Castel diyar kir ku raporên meha Gulanê yên serdana Tirkiyeyê  pêşkêşî rayedaran dikin û got: “Rayedarên Tirkiyeyê Birêz Ocalan wek çek Îmraliyê wek laboratuvara îşkencê bi kar tînin. Li dijî tecrîdê alî girtin tê wateya piştgiriya gumanbar.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin şert û mrecê giran de tê girtin ev 33 mehe tu agahî jê nayê girtin û li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd kampanya hat destpêkirin.  Her wiha li girtîgeha grevên birçîbûnê û li derve jî nobetên edeletê didomin. CPT û saziyên navneteweyî li dijî îşkence û tecrîdê bêdengiya xwe didomînin.
 
Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandin û Nûnera Meclîsa Parlamneter a Konseya Ewropayê Laura Castel ya di delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî de cih digire serdanên meha Gulanê de li Tirkiyeyê kirine vegot. 
 
Laura da zanîn ku di serdanên meha Gulanê de li Tirkiyeyê kirine li Îzlandayê bi civînekê ragîhandine û ji bo ev xebat ji bo pêvajoya aştiyê bê destpêkirin pêk anîne û wiha dirêjî daye: “Me wek heyeta aştiyê ya Îmraliyê ya navneteweyî meha Gulanê de li Tirkiyeyê serdan pêk anîn û me daneyên kom kirin li Reykjavîk a Îzlandayê bi daxuyaniyekê pêşkêş kir.  Zîrveya ji aliyê însiyatîfa ‘Ji Ocalan Azadî, ji Kurdistanê re aştî’ pêk hat, bi armanca pêvajoya aştiyê pêk hat. Armanca me ev bû rewşa girtiyên siyasî bû.”
 
‘Divê birêz Ocalan bê berdan’
 
Laurayê diyar kir ku navnîşana çareseriya pirgirêka Kurd Îmralî ye û wiha daxuyand: “Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe. Ji nûnerên mafên  mirovan bigirin heta nûnerên siyasî her kes dibêje şerta ewil a aştiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Divê demildest tecrîd rabe û Abdullah Ocalan bê berdan.”
 
‘Mafê mirovan tuneye’
 
Laurayê wiha daxuyand: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê Tirkiyeyê gbelav bûye. Birêz Ocalan mînakek girînge. Ji roja pêvajoya Îmraliyê destpêkiriye li Tirkiyeyê mafê mirovan û hiqûq tune ye. Ev 33 meh e tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin.Tecrîd gihiştiye asta îşkenc-eyê. Rayedarên Tirkiyeyê Birêz Ocalan wek çeka siyasî, Îmraliyê jî wek laboratuvarê îşkencê bikar tîne.Ev hemû li girtîgehan jî pêk tên. Divê ev rewş ji aliyê Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve bê şermezarkirin.”
 
‘Piştgiriya ji bo gumanbaran e’
 
Laurayê bal kişand ser pergala tecrîda giran û daxuyakirin ku bêdengiya li dijî tecrîdê tê wateya piştgiriya gumanbaran û wiha bi lêv kir: “Me bang li Konseya EWropa û hemû swaziyan kir ku bêdengî tê wateya piştgiriya gumanbariyê. Banga me ev bû ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.em carek din dibêjin. Rola Birêz Ocalan gelek girînge. Ji bo muzakereyan pêşengiya Birêz Ocalan gelek girînge. Divê Birêz Ocalan bê berdan. Me rapora mîsyonê nû qedan û em ê bişînin gelek saziyên Konseya Ewropayê. Me du pirsên nivîsî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ragîhandine.”